Çeteyên DAIŞ`ê careke din êrişî hêzên hikumeta Şamê kir

Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê êriş bire ser hêzên hikumeta Şamê, di  encamê de 8 endamên polîsên girêdayî hêzên hikumeta Şamê hatin girtin.

Çeteyên DAIŞ`ê careke din êrişî hêzên hikumeta Şamê kir
6 nîsan, 2021   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê êrişek din li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de yên li herêma El-Ziwêna û herêmên din ên li navçeya Eqîreba ya li rojhilatê gundewarê Hemeyê pêk anîn û di navbera her du aliyan de şer derket. Di encamê de û birîndar û kuştî çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku 8 endamên polîsan ên girêdayê hêzên hikumetê dîl hatin girtin, 11 şêniyên navçeya El-Sain hatin revandin û 40 kesên din jî wenda bûne. Têkildarî vê yekê hêzên hikumeta Şamê di nava seferberiyê de ne û sewqiyetên leşkerî derbasî herêmê dike.

(eh)