Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê

Şêniyên Efrînê cenazeyên 4 şervanên ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li goristana Şehîdan a navçeya Ehdasê ya Şehbayê veşartin.

Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê 4 şehîd spartin axê
6 nîsan, 2021   14:15
ŞEHBA

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê cenazeyên şehîdan; Reşîd Hesen (Bahoz), Xelîl Calo (Xabûr), Reşîd Xidir (Mezlûm Şêrawî) û Yaqûb Ozdeniz  (Şervan Efrîn) ji nexweşxaneya Avrînê ya navçeya Fafînê wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîdan a navçeya Ehdasê ve çûn.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber ê meclisê Hesen Berko axivî û sersaxî ji malbatên Efrînê û malbatên şehîdan re xwest.

Hesen Berko got, bi saya şehîdan meşeleya şoreş û berxwedanê wê heta serkeftin û xilasiya ji dagirkeran pêxistî bimîne. Her wiha salvegera damezrandina YPJ`ê li gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û rola YPJ'ê ya di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de destnîşan kir.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko di dawiya gotina xwe de bang li şêniyên Efrînê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin, her wiha bang li ciwanên şoreşger jî kir ku tev li yekînên parastinê bibin, da ku Efrînê ji artêşa Tirk û çeteyên wê rizgar bibe.

Endama rêveber a Kongreya Star Mizgîn Ehmed jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da û got: "Bi saya şehîdan meşeleya şoreş û berxwedanê wê heta serkeftin û xilasiya ji dagirkeran pêketî bimîne."

Mizgîn Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev pêvajo ji bo gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hestiyar e, ji ber ku hêzên ku destwerdanê li kar û barên Sûriyê dikine, peymanan mohr dikin. Ev peyman xizmeta gelê Kurd nakin lê xizmeta wan hêzan dike."

Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku ji wan peymana a di navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de hate mohrkirin ku li gorî wê Efrîn hate dagirkirin. Her wiha got, Rûsya vê carê li Eyn Îsayê û di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava diruşm,e û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

(eh)

ANHA