ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2021
6 nîsan, 2021   23:00

- Bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Helebê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine, di encamê de jî 150 hezar welatî ji sotemeniyê par in û ev jî dê krîzeke mirovî çêke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku hikumeta Iraq qebûl kir ku 500 malbetên iraqî vegerin welatê xwe, ‎rêveberiya kampa Holê amadekariyên derxistina beşên nû ji niştecihên iraqî ji kampa Holê ber bi Iraqê ve, dike. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê DKF Yûnis Behram diyar kir ku armanca wan ji serdana Rojavayê kurdistanê pêşxistina peywendiyan û avakirina hevpeymanên bi Rêveberiya Xweser re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî ku di vê dawiyê de nîşaneyên pêşketinê li ser gelek astan diyar bûn ku forma sê-heşt a hikumeta ku ji 24 wezîran pêk tê, were bikaranîn, avakirina hikumeta Lubnanê bi metirsiyên xirabbûna şert û mercên erênî yên ku di vê dawiyê de çêbûne, rû bi rû maye. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Meclisa herêma Dêrikê bang li şêniyan kir ku tedbîrên tenduristiyê pêk bînin û xwe ji vîrusa koronayê biparêzin. Şêniyan diyar kirin ku biryarên ku di vî warî de haitne girtin têrê nakin û banga xurtkirina tedbîran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Qamişlo got, biryara qedexeya giştî dê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê kêm bike. Rêveberiya Navenda Jiyan a Covid-19 hejmara welatiyên ku testê çêdikin rojane dighêje 30 kesî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kevintirîn dirûnkerê Dêrikê ruxmî ku 80 salî ye ji ber girêdana bi pîşe û makîneya dirûnê ve, lê karê xwe bi hezkirin didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çavdêrê beşa El-Tîrac (rewşên  awarte) li nexweşxaneya Reqayê got qedexeya derketina derve girîng bû, ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê bilind bûye û divê şêniyên herêmê pabendî pîvanên dûrketinê bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA