Rêveberê Nexweşxanaya Til Temir banga xweparastinê ji vîrusa Koronayê kir

Gerînendetiya Tenduristiyê û Meclisa Navçeya Til Temirê ji bo nîqaşkirina rêbazên pêşîgirtina li vîrusa Korona civiyan. Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn got, vîrus bi cûreyeke din derketine û ev cûre bi belavbûna zêde tê naskirin, her wiha bang li şêniyan kir ku xwe biparêzin û di malên xwe de bimînin.

 Rêveberê Nexweşxanaya Til Temir banga xweparastinê ji vîrusa Koronayê kir
6 nîsan, 2021   13:39
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Piştî belavbûna vîrusa Korona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 3`yê Nîsanê de biryara qedexeya giştî li bajarên mezin da û qedexeya beşî li bajarên biçûk û bajarokan, ragihand. Biryara qedexeyê ji îro sibeha ve ket meryetê.

Têkildadrî mijarê Gerînendetiya Tenduristiyê ya navçeya Til Temir û Gerînendetiya Tendurstiyê ya Serêkaniyê bi Meclisa Navçeya Til Temirê re civiya da ku şêwazên pêşîgirtina li vîrusa Koronayê nîqaş bikin.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê Dr. Hesen Emîn der barê encamên civînê û xeteriya cureyê nû yê vîrusê de axivî.

Hesen Emîn destnîşan kir ku vîrus bi awayekê zêde di vê demê de li bajarê Til Temir û gundewarên wê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî belav bûye.

Her wiha diyar kir ku sîfatên vîrus hatine guhertin û ji ber wê jî vîruseke din bi cûreyeke din ku bi lez belav dibe, derketiye.

Hesen Emîn bi domdarî got: "Armanca civîna Gerînendetiya Tenduristiyê ya Til Temirê bi meclisa navçeyê re şêwazên pêşîgirtina li vîrusê li navçeyê nîqaş bikin, li gel ku şênî tedbîrên xweparastinê nagirin. Ji ber vê yekê me şêwazên pêşîgirtina li vîrusê nîqaş kir."

Emîn diyar kir ku weke Gerînendetiya Tenduristiyê ya navçeya Til Temirê dê civînan bi endamên saziyên Rêveberiya Xweser re lidar bixin, serdana komînan bikin, gerînên di nava sûkan de bi rêxistin bikin da ku nehêlin kombûn çêbib,e her wiha kadroyên wan ên tenduristiyê dê hemleyên hişyarkirinê ji xeteriya vîrusê di nava bajêr de dê pêk bînin.

Dr.Hesen Emîn destnîşan kir ku heger hejmara pêketiyên vîrusê li bajêr zêde bibe, ji aliyê pêwendîdar xwestine ku qedexya giştî li bajêr ferz bikin.

Di dawiyê de rêveberê Nexweşaneya Şehîd Lêgerîn Dr.Hesen Emîn bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêwîst ên xweparastinê bigrin, di malên xwe de bimînin û heger bi xwe guman bin ku bi vîrusê ketine berê xwe bidin navendên tenduristiyê.

(bx)

ANHA