Çavkaniyên taybet: Li başûrê rojhilatê Serêkaniyê hejmarek leşkerên Tirk hatin kuştin

Li başûrê rojhilatê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî teqîn pêk hatin, di encamê de hejmareke leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar bûn.

Çavkaniyên taybet: Li başûrê rojhilatê Serêkaniyê hejmarek leşkerên Tirk hatin kuştin
6 nîsan, 2021   12:37
HESEKÊ

 

Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li herêma di navbera gundê Rêhaniyê Begare yê girêdayî Serêkaniyê û mezreya Riyad a nêzî rêya M4 de, bi 3 mayînan hatiye hedefgirtin û teqîn pêk hatine.

Çavkaniyan diyar kir ku di teqînan de hejmareke leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar bûn.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker herêma navborî dorpêç kir û nehişt ku çeteyên wê nêzî herêmê bibin. Her wiha diyar kir ku piştî teqînan li herêmê dengê çekan hatiye bihîstin.

(cx)

ANHA