Hikumeta Şamê carek din gundewarên Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê carek din nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li gundewarên Idlibê topbaran kirin. Li asîmanê herêmê tevgerke zêde ya balafirên keşfê hebû.

Hikumeta Şamê carek din gundewarên Idlibê topbaran kir
6 nîsan, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê şeva din û heta vê berbangê herêmên Kensefra, Fetîra, Filêfil, Sifohin, Bênîn û derdora El-Bare yên li başûrê Idlibê, bi moşekan topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hev ên li derdora El-Emîqa û El-Meşerî yên Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê, bi çekên giran topbaran kirin. Her wiha li asîmanê herêmê tevgereke zêde ya balafirên keşfê hebû.

Di heman derbarê de, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk cihên hev ên li derdorê El-Bare, Fetîra û Filêfil ên Çiyayê El-Zawiyê yê başûrê Idlibê, bi çekên giran topbaran kirin. Her wiha hêzên hikumetê deverên Qilêdîn û El-Enkawî yên Sehil El-Xab ên bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

(dx)