Li gundekî Çilaxa qedexeya derketinê ya giştî hat ragihandin

Piştî zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, Şaneya Aloziyê ya navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo heta hefteyekê qedexeya derketinê ya giştî li gundê Dêrona Axê ragihand.

Li gundekî Çilaxa qedexeya derketinê ya giştî hat ragihandin
6 nîsan, 2021   11:47
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Çilaxa bi dauxyaniyeke nivîskî, heta hefteyekê qedexeya derketinê li gundê Dêrona Axê ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, ev biryar di encama civîneke Şaneya Aloziyê ya Çilaxa ya di 5`ê Nîsanê de hatiye lidarxistin, hatiye dayîn.

Li gorî daxuyniyê, qedexeya derketinê ya giştî ya li Dêrona Axê li gorî pêwîstiya berjewendiya giştî û ji ber zêdebûna nexewşên Koronayê li gund hatiye ferzkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qedexe ji 6`ê Nîsanê û heta 21`ê Nîsana 2021`an dewam dike.

 (şx)

ANHA