Desteya Tenduristiyê:  Divê gelê me li gorî tedbîrên xweparastina ji koronayê tevbigerin

Berdevka fermî ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Rojîn Ehmed bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê pêk bînin. Her wiha da zanîn ku pêla sêyemîn a vîrusê xeter e û bi lez belav dibe.

Desteya Tenduristiyê:  Divê gelê me li gorî tedbîrên xweparastina ji koronayê tevbigerin
6 nîsan, 2021   08:33
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Di encama bilindbûna pêketiyên vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya giştî li ser Qamişlo, Hesekê û Reqayê ferz kir, her wiha qedexeya beşî jî li tevahî herêmên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fez kir û ji 6’ê vê Nîsanê ve ev biryar dikeve piratîkê.

Der barê jinûveferzkirina qedexeyê li herêmên Rêveberiya Xweser de, Berdevka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed got: "Di vê dema dawîn de, bîlançoya pêketî û miriyên vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Ji ber di rojê de li Qamişlo 80 kes bi vîrusa Koronayê diket û gelek jî dimirin. Desteya Tenduristiyê ji bo pêşî lê berbelavbûna vîrusê bigire, careke din qedexeya derketina derve ferz kir."

 

 

Rojîn Ehmed wiha domand: "Sedema ku careke din vîrus li herêmê belav bûye de, derketina pêla sêyemîn a vîrusa Koronayê, xeteriya wê û lezbûna belavbûna wê di navbera çîna ciwan de ye."

 Rojîn Ehmed der barê dirêjkirina qedexeyê, ev agahî da:"Ev biryar, dê li gorî kesên ku rojane pê dikevin were standin. Lê belê heke hejmara pêketiyên vîrusê zêde bibin, dê yekser Şaneya Aloziyê dema qedexeyê dirêj bike û tedbîrên guncav bigire."

Rojîn Ehmed da zanîn ku pêwîst e tevahî şênî pabendî tedbîrên guncav bin û alîkariya Desteya Tenduristiyê di pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê li herêmê de bikin û wiha gotina xwe berdewam kir: "Divê ne tenê ev biryar di gotinan de bimîne, lê belê divê bi pratîkî pêk were. Ji ber hejmara pêketiyan bi destê şêniyan e û divê her kes ji xwe û malbata xwe de dest pê bike."

DERBASBÛNA DERZIYÊN KORONAYÊ LI HERÊMÊ

Rojîn Ehmed di nava gotinên xwe de behsa têkiliyan di navbera Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî(WHO) de kir û got: "Di demeke berê de hin nîqaş û sozên derbaskirina derziyên vîrusa Koronayê ji bo herêmên Rêveberiya Xweser bi awayekî yekser hebûn, lê ne bi rêya hikumeta Şamê, lê ev soz bi bin ketin."

Rojîn Ehmed diyar kir ku WHO’yê biryara da ku bi rêya hikumeta Şamê di meha 5’ê de derziyên Koronayê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û 10 milyon derzî ji Sûriyê re amade kirine, jê jî 10 hezar derzî ji bo herêmên Rêveberiya Xweser in û wiha domand:" Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ev biryar red kir. Ji ber heke derzî ne di bin çavdêriya Rêveberiya Xweser de bin, dê metirsiyên tenduristî ji vê derziyê hebin û dê li gel şêniyan fikaran çêke.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa Koronayê 10 hezar û 404 kes in, jê 389 mirine û hezar 327 baş bûne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j5NwFH24zQc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>