Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk di dosyaya çeteyan de fêlbaziyê dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa dosyaya çeteyên li Lîbya û dosyaya bendava Nehda kir.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk di dosyaya çeteyan de fêlbaziyê dike
6 nîsan, 2021   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

LÎBYA ERDOGAN BI “HÎLE Û FÊLBAYZIYÊ” TAWANBAR KIRIN

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Siyasetmedarên Lîbyayê dewleta Tirk bi hîle û fêlbaziyê di dosyaya çeteyên li Lîbyayê de, tawanbar kirin. Ji ber ku dewleta Tirk ji bo derxistina zêdetirî 6 hezar çeteyan de siyaseta demqezenckirin û derengmayînê dimeşîne, ku meha borî nêzî tenê 150 çete derxistibûn.

Endamê Meclisa Parlamantoya Lîbyayê Ebû Bekir El-Xezalî got, propagandeya tê kirin ku dewleta Tirk hejmara çeteyên Sûriyê yên alîgirên xwe li Lîbyayê kêm kirine, fêlbazî û xapandina raya giştî ya rojavayî ye, lê ew yek li ser gelê Lîbyayê nameşe.”

El-Xezalî ji rojnameyê re daxuyand ku Enqere tenê zimanê hêzê dipejirîne û heta niha tu hêzên herêmî yan navneteweyî ji bo derxistina çeteyan tu gefek zelal li dewleta Tirk nexwarine û wiha dewam kir: “Nexwe wê çima wan çeteyan derxîne? Erdogan niyet nake ku ji Lîbya derkeve. Ew Lîbya wekî xezîneyekê aborî ji bo welatê xwe dibîne.”

DANÛSTANDINÊN BENDAVA NEHDAYÊ TU PÊŞKETIN BI XWE RE NEANÎ

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî aloziya bendava Nehdayê wiha nivîs: “Çav li paytexta Kongo Kînşasa ne, ku civîna welatên bendava Nehdayê lê li dar dikeve. Kînşasa û Xertûm, Qahîre û Adîs Ebaba hêvî dikin ku dosyaya bi girêk a bi salan dewam dike, derbas bikin. Nexasim ku ew dosya çareser nebe û negihêjin encameke li gorî dilê hemû aliyan, îhtimal heye ku rageşî alozî  bibe.”

Rûniştina yekemîn a civînan ku roja yekşemê li ser bangawaziya serokê Kongoyê hate lidarxistin, bê encam bi dawî bû. Etiyopya bi îsrar e ku qonaxa duyemîn a tijîkirinê di Hezîrana bê de bi navbeynkariya Afrîkayê dewam bike.

(cx)