SOHR`ê sûcên nû yên dagirkeran li Efrînê belge kirin

SOHR`ê sûcên din ên çeteyên dagirkeriya Tirk li kantona Efrînê ya dagirkirî, belge kirin û ragihand ku çeteyan zêdetirî 21 sivîl ku 7 ji wan jin in, revandine.

SOHR`ê sûcên nû yên dagirkeran li Efrînê belge kirin
5 nîsan, 2021   10:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro têkildarî sûcên li herêma Efrînê ya dagirkirî raporek belav kir û tê de got çeteyên dewleta Tirk a dagirker rojane binpêkirinên cur bi cur li dijî şêniyên herêmê pêk tînin.

Li gorî SOHR`ê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di meha Adarê de zêdetirî 21 sivîl ku 7 ji wan jin in, li bajarê Efrînê, navçeyên Mabata, Cindirêsê, Şêrawa û Racoyê revandine û hîna çarenûsa 14 kesan ne diyar e.

Li gorî SOHR`ê, sûcên çeteyan li dijî şêniyên Efrînê ne tenê ji aliyê “Artêşa Nîştimanî” ve pêk tên, lê belê ji aliyê meclis û desteyên sivîl ve jî tên kirin.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ji SOHR`ê re ragihand ku meclisên herêmî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker biryarek derxistiye û li gorî wê hemû belgeyên wekaletê yên hikumeta Şamê dane koçberên Efrînê yên li herêmên hikumeta Şamê tên rawestandin (ku li gorî wan belgeyan mafê xizmên şêniyên li derve heye ku milkên wan bi rê ve bibin).

Ew meclis li şêniyan ferz dikin ku belgeyên wan ên wekaletê ji Tirkiyê yan welatên Ewropayê derkevin da ku bên pejirandin. Bi vê biryarê re, xizmên koçberên Efrînê dê nikaribin milkên xizmên xwe bi rê ve bibin û dê hemû milkên şêniyên bi darê zorê koçber bûne, di bin kontrola wan meclisan de bin.

Her wiha çeteyên koma “Siqûr Şam” a girêdayî dagirkeriya Tirk li gundê Qizilbaş ê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê, zêdetirî 400 darên zeytûnan ên şêniyekî birîn.

Li aliyekî din, nivîsgeha aboriyê ya girêdayî çeteyên “Sultan Mûrad” nêzî 60 zeviyên zeytûnan ên şêniyên herêmê yên li herêma Meydankê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, desteser kirin.

Li navçeya Şiyê jî, çeteyên “Furqeya Suleyman Şam  El-Emşat” gelek erdên çandiniyê yên li rex hev ku yên şêniyên herêmê ne, desteser kirin.

SOHR`ê di dawiya rapora xwe de wiha got: “Diyar e ku rêzebinpêkirinên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de wê ranewestin. Ev komên çeteyan hemû urf û rêgezên navneteweyî yên mafên mirovan binpê dikin, bêyî ku pêşî li sûc û binpêkirinên wan ên li dijî gelê Sûriyê li wan herêman were girtin.”

(cx)