Rojnameyên erebî: Metirsiyên hikumeta Erdogan ji derbeyekê û bûyerên nezelal li Urdinê

Rojnameyên erebî vê sibê behsa rewşa hundirîn a Tirkiyê, aloziya li Urdin û Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Metirsiyên hikumeta Erdogan ji derbeyekê û bûyerên nezelal li Urdinê
5 nîsan, 2021   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

DAXUYANIYA SERBAZÊN HÊZÊN DERYAYÎ YÊN TIRKIYÊ ERDOGAN TIRSAND

Têkildarî rewşa hundirîn a Tirkiyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Daxuyaniya ku generalên malnişîn ên Hêzên Deryayî yên Tirkiyê daye ku hişyarî ji guhertina lihevkirina Peymana Montroyê ku sala 1936`an têkildarî tengavên Tirkiyê dan, nerehetiyek li cem serokatiya Tirkiyê û hikumeta AKP`ê çêkir.

Kesên ku daxuyanî daye, li dijî projeya kanala Stanbolê ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze pêk bîne, hewldanên wî ji bo sazkirina destûreke nû ya welêt, biryara vekişîna ji lihevkirina Yekitiya Ewropayê ya Parastina Mafên Jinan a sala 2011`an derketin û bang li artêşê kir ku nirxên destûrê biparêze.

Dozgeriya giştî ya li paytexta Tirkiyê Enqereyê têkildarî daxuyaniya ku di saetên derengiya şeva Şemiyê de derketiye, lêpirsînek da destpêkirin û di daxuyaniyeke xwe de got: “Kesên daxuyanî îmze kiriye û kesên li dû wê dê di lêpirsînê re derbas bibin.”

NEZELALIYEK PIRALÎ YA ALOZIYA URDINÊ

Têkildarî rewşa li Urdinê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Civîna çapemeniyê ku cîgirê serokwezîrên Urdinê Eymen El-Sefadî li dar xistiye, nezelalbûna sedemên tedbîrên ku desthilata Urdinê li hemberî mîr Hemze Bîn El-Hisên û komek kesayetên din, di nav de endamek ji malbata hikumdar û serokê berê yê dîwanê heye, girtine, zêde kir.

El-Sefadî di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Komplo aliyê mîr Hemze, El-Şerîf Hesen Bin Zêd, serokê dîwanê yê berê û mudirên nivîsgeha qral Basim Ewadullah hatiye sazkirin û bi piştgiriya derve ye. Ewadullah beriya ku ji welêt derkeve, hat girtin. Aliyê derve yê alîgir, xwest malbata mîr Hemze bi rêya balafireke taybet ji welêt derxe.”

NÊRÎNEKE EREBISTANA SIÛDÎ Û FRANSAYÊ YA HEVBEŞ JI BO HIKUMETEKE PÊBAWER A LUBNANÊ

“Di pêşketinekê de ku tê payîn bi awayekî erênî bandor li hikumetê bike, serokatiya Fransayê ragihand ku serok Emmanuel Macron û mîrê Erebisana Siûdî Mihemed Bîn Selman ji bo derxistina Lubnanê ji aloziya kûr a tê de, têkildarî hikumeteke bawerbar a Lubnanê xwedî heman nêrînê ne ku divê hikumetek dikare nexşerêya guhertinan pêk bîne, were avakirin.

Bangewaziya Macron û mîr Mihemed Bîn Selman li gel ragihandina Almanyayê ji bo ji nû ve avakirina bendera Beyrûtê û hewldanên hundirîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku avakirina hikumetê dereng dixin, hat.”

(şx)