Li navçeya Çelebiyê ya Kobanê 4`ê Nîsanê hat pîrozkirin

Şervanên QSD`ê û şêniyên bajarokê Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê yên girêdayî kantona Kobanê, 4`ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kir.

Li navçeya Çelebiyê ya Kobanê 4`ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li navçeya Çelebiyê ya Kobanê 4`ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li navçeya Çelebiyê ya Kobanê 4`ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li navçeya Çelebiyê ya Kobanê 4`ê Nîsanê hat pîrozkirin
5 nîsan, 2021   11:43
KOBANÊ

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya şervanên QSD’ê, li navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiyê de şervanên QSD’ê, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, Asayîş, Saziya Malbatên Şehîdan, endamên saziya tenduristiyê û şêniyên bajarokên Eyn Îsa û Çelebiyê, amade bûn.

Endamê Saziya Tenduristiyê Azadî Efrîn di şahiyê de axivî û diyar kir ku 4`ê Nîsanê ji bo wan rojeke pir bi wate ye û wê bibe wesîleya rizgarî û azadiya rêber Abdullah Ocalan.. “

Welatiyê bi navê Îbrahîm Ebûd jî 4`ê Nîsanê di serî de li rêber Abdullah Ocalan, li gelê Kurdistanê û tevahî mirovahiyê û li şervanên li Eyn Îsayê li ber xwe didin, pîroz kir.

Her wiha şervana QSD’ê Avesta Kobanê jî bi van gotinan dilsoziya xwe bi rêber Abdullah Ocalan re anî ziman: “Em 4’ê Nîsanê li rêber Apoû li hevalên şehîd, gelê me û li hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Em soz didin ku em ê Rêbertiya xwe ji zindanê derxin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê, em ê ji bo rêber Apo li ber xwe bidin û em serî ji dijmin re natewînin. Di rojek wisa de Rêbertî ruhek da me û hişt ku jin bi rengê xwe û azadbûna xwe were nasîn.”

Şahî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vdVNUzRdAkc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>