Li Şehba û Helebê 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin

Bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye"  koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

4 nîsan, 2021   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Baxçeyê Îstîqamê yê li taxa Eşrefiyê şahiya pîrozbaniya rojbûna rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Bi sedan şêniyên her du taxan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.

Baxçe bi  wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hate xemilandin.

Şahî  bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi  navê Komîteya Azadiya Rêbertî Amîna Xidir axivî, rojbûna rêber Ocalan pîroz kir û got: "Wekî vê rojê bi hatina rêber Abdullah Ocalan re jiyan pişkivî, rêbertî zaroktiya xwe ve der barê pêşerojê de xwedî nêrîn bû û vê yekê hişt ku ji zarokên din cihêwaz be."

Amîna Xidir axaftina xwe bi vê gotinê bi dawî kir: "Dema gelê Kurd bi bindestiya Kurdistan hikum kir re rû bi rû  ma, ronahiyek derket û parastina mafên gelê Kurd kirê."

Endama Kongreya Star Fatima Hesen axivî û destnîşan kir ku meha Nîsanê destpêka vejîna jiyanê ye û di vê rojê de rêber Abdullah Ocalan ji dayîk bû ku parastina hebûna Kurdan bike.

Fatima Hesen bang li rêxistinên mafên mirovan ên li cîhanê kir ku destwerdanê bikin, da ku dawî li tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bînin.

Di dawiya çalakiyê de komên hunerî yên girêdayî navenda Cemîl Horo, koma Kulîlkên Pêşerojê ya zarokan, koma Çiyayê Hawar, koma Vejîn û koma Agirî hin stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Koma Serhed dîlanên foklorî pêşkêş kir.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

ŞEHBA

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan li kantona Şehbayê rêzeşahî hatin orgenîzekirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk şahiyek ji xwendekarên herêma Efrînê re li dibistana Babins a girêdayî  navçeya Ehdasê ya  kantona Şehbayê, li dar xist.

Di heman demê parka Apo vekir. Piştî vekirinê welatiyan darên zeytûnan ên ku nîşaneya aştiyê ne, çandin.

Di heman çarçoveyê de Kongreya Star a herêma Efrînê bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya mirovahiyê ye" û  bi hevkariya Tevgera Kevana Zêrîn û Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê şahiyek li qada dibistana Siwaqa ya li navçeya Fafînê li dar xist. Qad bi wêneyê rêber Abdullah Ocalan hate ximilandin.

Bi hezaran şênî beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê gelek kes axivîn û rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Di axaftinan de hate gotin: "Rojbûna rêber Abdullah Ocalan rojbûna mirovahiyê ye, rêbertî ne kesek ji rêzê ye, lê belê minareya fikir û felsefeyê ye."

Kesên axivîn îşaret bi hewldanên dijminan ên têkbirina projeya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye kir.

Şahî bi pêşandana berhemên foklorî yên ji mîrateyên jinên Efrînê ji nanê tenûrê û kilamên efrînî, stran û gerandina govendan bi dawî bû.

(eh)

ANHA