Bi boneya 4`ê Nîsanê Mîhrîcana Çandî ya Ciwanan li Reqayê li dar ket

Bi boneya 4`ê Nîsanê ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan e,  Tevgera Ciwanên Şoreşger a li bajarê Reqayê bi dirûşmeya "Dem dema azadiyê ye teqez em ê bi ser bikevin" mîhrîcana Çandî ya yekemîn ku navê Şehîd Erdal Şahîn rakir, orgenîze kir.

Bi boneya 4`ê Nîsanê Mîhrîcana Çandî ya Ciwanan li Reqayê li dar ket
Bi boneya 4`ê Nîsanê Mîhrîcana Çandî ya Ciwanan li Reqayê li dar ket
Bi boneya 4`ê Nîsanê Mîhrîcana Çandî ya Ciwanan li Reqayê li dar ket
Bi boneya 4`ê Nîsanê Mîhrîcana Çandî ya Ciwanan li Reqayê li dar ket
Bi boneya 4`ê Nîsanê Mîhrîcana Çandî ya Ciwanan li Reqayê li dar ket
Bi boneya 4`ê Nîsanê Mîhrîcana Çandî ya Ciwanan li Reqayê li dar ket
Bi boneya 4`ê Nîsanê Mîhrîcana Çandî ya Ciwanan li Reqayê li dar ket
Bi boneya 4`ê Nîsanê Mîhrîcana Çandî ya Ciwanan li Reqayê li dar ket
4 nîsan, 2021   14:24
REQA

Mîhrîcan li Yarîgeha El-Eswed a li naverasta bajarê Reqayê hate lidarxistin. Komên hunerî yên ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê, şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, malên gel û birîndarên şer tev li mîhrîcanê bûn û YPJ`ê jî ku îro salvegera damezrandina wan e bi erka parastina mîhrîcanê rabû.

Komên beşdarî mîhrîcanê bûn, çalakiyên hunerî yên foklorî  pêşkêş kirin û gelek axaftin hatin kirin. Axîveran rojbûna rêber Abdullah Ocalan li cîhanê pîroz kir.

Piştî rêzgirtinê axaftina destpêkê ya mîhrîcanê ji aliyê endama Nivîsgeha Fêrkirina Zimanan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbicê Sîham Hemo ve hate kirin. Sîham Hemo rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê pîroz kir û fikirê rêber Ocalan bi minareya ku mirovahî ber bi rêya azadî û rûmetê ve biriye wesif kir.

Endamê  Meclisa Giştî ya Ciwanên Sûriya Demokratîk Zana Mistefa jî axivî û ev roj li gelê Kurd bi taybet û li cîhanê bi gitşî pîroz kir û got: "Di vê mehê de erd bedewetirîn rengên xwe li xwe dike û mizgîniya serdema nû ya azadî û demokratiyê û zanîna rêber Abdullah Ocalan dide wan."

Li aliyekî din jî bi navê Federasyona Birîndarên Şer a Reqayê Necim El-Şewax axivî û 4`ê Nîsanê ku salvegera damezrandina YPJ`ê ye pîroz kir û gelek mînakên têkildarî berdêlên ku şervanên YPJ`ê dane bi bîr anîn û. Necim El-Şewax got:" YPJ`ê li meydanên şer bi hezaran şehîd dan  û li hemberî dijmin isbata wêrekiya xwe kir."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Koma Şehîd Canfeda ya ji Minbicê stran li ser rêber Abdullah Ocalan gotin.

Dûvre koma Zarokan a Reqayê bi navê "Kevoka aştiyê" şanoyek pêşkêş  kir ku balê dikişîne ser rewşa jinan a di pêvajoyê borî de kir, nexasim pêvajoyên dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê ya ji herêmê re  ku YPJ`ê ew rizgar kirin.

Paşê  Necah Ehmed û Ehmed El-Bersan ên ji Tebqayê helbestên têkilarî rêber Abdullah Ocalan û koma Nûr a Helebê jî hunera helebî pêşkêş  kir. Çalakiya mîhrîcanê bi govendên herêmê û sloganên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

Şehîd Erdal Şahîn di 4`ê Nîsana 2013`ê li bajarê Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da û gihaşt asta şehadetê.

(eh)

ANHA