​​​​​​​Polîs û leşkerên dewleta Tirk gundê Amara dorpêç kiriye

Polîs û leşkerên dewleta Tirk a dagirker gundê Amara yê rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, dorpêş kir û nehişt heyeta KCD, TJA, DBP û HDP'ê biçe gund.

​​​​​​​Polîs û leşkerên dewleta Tirk gundê Amara dorpêç kiriye
4 nîsan, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya pîrozbahiya rojbûna 72'yan a rêber Abdullah Ocalan  gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku rêber Ocalan lê ji dayik bûye, hate dorpêçkirin. Leşker û polîsên Tirk nahêlin ku kes biçe gund.

Li gorî nûçeya ANF’ê heyeta ji hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk,hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û aktîvîstên TJA'yê ji bo ku biçe Amarayê, çû Xelfetiyê.

Piştî ku konvoy bi rê ket, hate rawestandin û Ji bo astengkirinê jî "qedexeya walîtiyê" weke hincet hate nîşandan. Piştî nîqaşan Berdan Ozturk, Salîha Aydenîz û Ayşe Surucu derbasî nava navçeyê bûn.

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir, şêwirmendên parlamenteran û endamên din ên partiyê hatin astengkirin.

Heyeta ku parlamenter jî di nav de ne, vê carê li pêşiya gundê Amarayê hate rawestandin. Ayşe Surucu nerazîbûn nîşan da ku wek parlamenter mafê wan ê ger û geştê hatiye astengkirin.

Hevserokê HDP'ê yê Xelîliyeyê Muslum Arslan piştre hate destgîrkirin. Her wiha 10 şitlên zeytûnê yên ji bo çandinê anîbûn, hatin desteserkirin. Dorpêça li ser Amarayê dewam dike.