Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 105 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 105 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 105 kesên din bi koronayê ketin
4 nîsan, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye, mêrek ji Qamişlo ye, yek ji Dêrazorê ye û yek jî ji Hesekê ye.

Mistefa tekez kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesên 105 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 59 kes mêr in û 46 kes jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 21
Dirbêsiyê: 8
Kobanê: 14
Reqa: 28
Tebqa: 32
Minbic: 2

Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kes jî baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 10 hezar û 509 kesan, ji wan hezar û 329 kes baş bûne û 392 kes jî mirine.

(dx)