Li çolistana Sûriyê 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 70 caran herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Hemayê bombebaran kirin. Di encamê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyê 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
4 nîsan, 2021   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê îro careke din herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê, her wiha derdora Esriya û deverên din ên gundewarên Hemayê bombebaran kirin. Di encamê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê duh zêdetirî 70' caran herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê, her wiha herêma çiyayê El-Beşrî û çolistana El-Meyadîn ên gundewarê Dêrazorê, sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa bombebaran kirin.

(dx)