Wezîra karên derve ya Lîbyayê careke din banga derxistina çeteyan ji welêt kir

Wezîra karên derve û hevkariya navneteweyî ya Lîbyayê Necla El-Menqûş careke din diyar kir ku divê hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin.

Wezîra karên derve ya Lîbyayê careke din banga derxistina çeteyan ji welêt kir
4 nîsan, 2021   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Necla El-Menqûş di gera duyemîn a diyaloga siyasî ya erebî-japonî de ya online de axivî û armancên hikumeta Yekitiya Nîştimanî di vê qonaxê de, diyar kirin.

Armancên hikumetê, bidawîkirina zilma li ser gelan, mîsogerkirina mafên rewa û rêgirtina li ber destwerdanên neyînî ne. Yek ji armancên sereke jî, xurtkirin û parastina serweriya nîştimanî ye û di nav de derketina yekser a hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê û vegerandina koçberan.

Tevî daxuyaniyên derdorên lîbyayî û navneteweyî yên li dijî hebûna hêz û çeteyên biyanî ne jî, lê belê hîna dewleta Tirk peymana agirbestê binpê dike û çeteyên xwe li Lîbyayê dihêle.

(cx)