Kazimî piştî Siûdiyê li Îmaratê ye

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî serdana Erebistana Siûdî berê xwe da Îmaratê da ku gelek dosyayan û di nav de têkiliyên her du welatan, nîqaş bike.

Kazimî piştî Siûdiyê li Îmaratê ye
4 nîsan, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê, vê sibehê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeyeke hikumetê çû Îmaratê.

Li gorî ajansê, di serdanê de dê têkiliyên Iraq û Îmaratê bên nîqaşkirin.

Beriya du rojan, serdana fermî ya serokwezîrê Iraqê Kazimî li Siûdiyê bi dawî bûbû ku tê de gelek peyman hatibûn îmzekirin.

(cx)