`Li gorî pîvanên zagonî li ser dewleta Tirk ferz e ku banga rêber Ocalan pêk bîne’

Parêzer Mehmûd El-Mehmûd diyar kir ku banga rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan nameyek e û li gorî pîvanên zagonî li ser dewleta Tirk ferz e ku banga rêber Ocalan pêk bîne.

`Li gorî pîvanên zagonî li ser dewleta Tirk ferz e ku banga rêber Ocalan pêk bîne’
4 nîsan, 2021   08:49
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Mehmûd El-Mehmûd destnîşan kir ku tecrîda li dijî rêber Abdulah Ocalan binkeftineke mezin e ji dewleta Tirk re û wiha domand: "Her wiha binkeftineke mezin a sûcên dewleta Tirk ên li dijî vîn û tekoşîna gelan e. Tengaviya dewleta Tirk ji pêkanîna tecrîda li ser Ocalan diyar dibe."

Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdulah Ocalan, her wiha hevdîtina parêzeran bi wî re gelek hewldan tên kirin. Tevî hemû hewldanan hîn jî rê li ber parêzerên wî nehatiye vekirin.

Ji sala 2019`an ve dewleta Tirk hevdîtina parêzeran bi rêber Ocalan re qedexe kiriye. Ev yek metirsî û xetereyekê li ser rewşa Ocalan ji gelan re diyar dike, herî dawî di 25`ê Adara 2021`an de hevdîtinek bi rêya telefonê di navbera malbat û rêber Ocalan de pêk hat. Wê hevdîtinê tenê çend deqeyan dewam kir û hat birîn. Di wan çend deqeyan de rêber Ocalan got: "Ev hevdîtin gelekî şaş e, dewlet jî pir xeternak e. Heke wê hevdîtinek çêbibe, divê di çarçoveyeke hiqûqî de be."

Parêzer Mehmûd El-Mehmûd diyar kir ku tecrîda ku li ser rêber Abdulah Ocalan tê meşandin ji derveyî zagonên navneteweyî ye û wiha domand: "Ji mafê her mirovekî ye bi taybet girtiyekî siyasî ku ji girtiyekî tawanbar cuda ye. Mafên girtiyên siyasî yên xwezayî hene ji aliyê parastina hiqûqî ve."

El-Mehmûd da zanîn ku mafê rêber Ocalan heye ku rewşa wî ji aliyê bijîşkan ve bê şopandin ji ber metirsiya gelê Kurd û ya hemû gelan heye li ser rewşa wî û wiha got: "Li gorî pîvanên hiqûqî yên navdewletî di peyama 1948`an a mafê mirovan de ev yek sûc e, kiryarên ku dewleta Tirk li ser Ocalan dide meşandin, sûcek e."

El-Mehmûd destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan hişt ku bertek li cem gelan çêbe û wiha domand: "Ji ber vê yekê gel tevî parêzeran daketin qadan û bang li hêzên navneteweyî kirin."

El-Mehmûd da xuyakirin ku ji ber zextê dewleta Tirk rê da malbata rêber Ocalan ku bi rêya telefonê hevdîtinê pêk bînin û wiha dewam kir: "Ew gav dewleta Tirk jî dûrî zagonên mirovahiyê bû, xwest bi rêya wê telefonê berteka gel, hiqûqnas û malbatan û heta berteka li ser toreyên civakî rawestîne."

El-Mehmûd bang li gel, parêzer û bijîşkan kir ku li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe xurt bikin û daxwaza hevdîtineke demildest bi rêber Ocalan re bikin.

‘BANGA RÊBER OCALAN NAMEYEK E’

El-Mehmûd diyar kir ku banga rêber Ocalan ji bo gelan nameyek e û li gorî pîvanên zagonî li ser dewleta Tirk ferzek e ku banga Ocalan pêk bîne û bal kişand ser ku rûxmî hemû bangan heta niha komîteyên mafên mirovan bi cidî li ser pêkanîna bangan nasekinin.

Her wiha El-Mehmûd daxuyakirin ku ne tenê dewleta Tirk li ser tecrîda li dijî rêber Ocalan disekine û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk wekî alaveke ji bo parastina girtîgehê hatiye danîn, ev siyasetên ku li Rojhilata Navîn tên meşandin bi destê dewletên ewropî ne, ji ber ku li ser kiryarên li dijî rêber Ocalan bê deng in."

El-Mehmûd wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber siyasetên ku li ser Rojhilata Navîn û parçekirina wê tê meşandin, ji ber vê sedemê nahêlin hevdîtin bi rêber Ocalan re bê çêkirin. Ji ber ku armanca rêber Ocalan neteweya demokratîk e, ev yek jî li dijî berjewendiyên dewletên mezin e wekî Amerîka, Rûsyayê û dewletên ku cihê xwe di NATO`yê de digirin."

Parêzer Mehmûd El-Mehmûd di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rêber Ocalan ne ji bo kesayeta xwe di zindanê de ye, ji ber mirovahiyê ve hatiye dîlgirtin û wiha got: "Ji ber vê yekê tecrîdeke giştî li ser tê meşandin, bi vê tecrîdê dixwazin di kesayeta rêber Ocalan de vîna gelan tune bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9g6T23Vd4aI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>