​​​​​​​Sozdar Avesta: Baxçeyê azadiyê mezin bikin

Sozdar Avesta têkildarî rojbûna rêberê Abdullah Ocalan got “Ji ber vê roja watedar her kesî vedixwînim ku baxçeyê azadiyê mezin bikin, di çarçoveya modernîteya demokratîk de bi rengekî watedar bi sirûştê re bibin yek û vê paradîmayê geş bikin.”

​​​​​​​Sozdar Avesta: Baxçeyê azadiyê mezin bikin
4 nîsan, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta îşaret bi rojbûna rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Ez vê roja watedar di serî de li Rêber Apo, li dayikên şehîdan, hemû jinan, gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz dikim. Her wiha li hemû berxwedêrên zindana û şervanên azadiyê pîroz dikim. Em rojbûneke dî jî ya rêber Apo di nav şertên giran ê tecrîdê de pêşwazî dikin.

Di vê demê de ku em 4'ê Nîsanê pêşwazî dikin li dora Rêbertî hevgirtinek heye. Nexasim bi milyonan mirovên ku 8'ê Adarê û Nerozê pîroz kirin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo vîna xwe danîn holê. Ji ber vê roja watedar em careke dî sond dixwin. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê geştir bikin. Li ser vî esasî ez bang li hemû jin, ciwan, gelê me û hêzên demokratîk dikim, bi rengekî çalaktir tevlî pêvajoyê bibin. Ji ber vê rojê ez slavên xwe yên herî watedar ji Rêber Apo re dişînim û hurmetdar im.

Ji ber vê roja watedar her kesî vedixwînim ku baxçeyê azadiyê mezin bikin, bi çarçoveya modernîteya demokratîk bi rengekî watedar bi sirûştê re bibin yek û vê paradîmayê geş bikin. Her wiha di şexsê hevrê Mustafa û Mahsûm de 2009'an çûbûn Amarayê û ji hêla hêzên faşîst ên Tirk ve hatibûn şehîdkirin hemû şehîdan bi hurmet bi bîr tînim. Û em dibêjin em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ku armanca şehîdên me ye bi cih bînin.”

Avesta bi berdewamî bal kişande ser Şengalê, ku di vê pêvajoyê de rojava sereke pirsên gelê Êzidî ne ku li Şengalê dijîn, bal kişande ser Peymana 9'ê Cotmehê ku di navbeyna Bexdayê û PDK'ê de hatî îmzekirin û got, bi vê li ser gelê Êzidî plana komkjiyê hatiye danîn.”

Avesta got: “Hikûmeta Iraqê divê xweş zanibe ku ferzkirina dewleta Tirk û PDK'ê û xwestekên wan ne di berjewendiya Iraqê de ne. Heta niha êzidiyan ti zirar nedane dewleta Iraqê û gel. Berevajî Iraq deyndarî civaka êzidî ye. 3'yê Tebaxa 2014'an dema ku DAIŞ'ê êriş anî ser êzidiyan, dewleta Iraqaê û PDK yên ku êzidî ne parastin bûne sedema mirina bi 10 hezaran êzidî. Em vê bangê tim dikin û dîsa bibêjin. Divê dev ji vê helwesta bi dijminatî biqerin. Êdî divê vîna gelê êzidî nas bikin û statûya Şengalê nas bikin. Heta niha zirara gelê êzidî negihaştiye ti kesî, niha jî tine. Gelê êzidî êriş bi ser kesî de nebiriye. Lê divê ev xweş were zanîn, heke êriş biçe ser wan heta dawiyê wê li ber xwe bidin.

Rêbaza çareseriyê ya herî demokratîk ewe ku bi meclîsa wir re rûnin, muzakere werin kirin û bi rengekî maqûl statûya Şengalê nas bikin. Ev rewş ne dûrî destûra Iraqê ye. Çawa ku ev qanûn li Duhok, Hewlêr û Silêmanî çêdibe, li Şegalê jî divê çêbe.”

Avesta bal kişande ser berxwedana gelê êzidî ya li Şengalê û got: “Di vê rêyê de têkoşîna xwe heta dawî bidomînin. Ji bo rewşa li Şengalê çareser bibe tenê berxwedana gelê Şengalê têrê nake. Gelê Şengalê bi temsîla hemû êzidiyan berxwedan danî holê. Hemû êzidiyên li cîhanê divê xwedî li vê bexwedana pîroz a gelê êzidî derkevin. Li her deverê bi çalakiyên zengîn divê di nav vê pêvajoyê de bin. Nexasim niha serferberiya xweparatinê ya ku li Şengalê dest pê kirî divê geş bibe û gelê me tevlê bibe. Gelê me yê li kampan û welatên din divê di nav vê têkoşînê de bin û piştevan bin. Li ser xaka xwe ji bo ku em bi rengekî birûmet bijîn divê em têbikoşin. Ji vî alî ve nexasim dayikên me, ez jinan pîroz dikm. Pêşengiya vê têkoşîna pîroz dikin û encamê distînin.

Avesta bi berdewamî got: “Niha yên ku ji xwe re dibêjin Êzidî ne heke li xweseriya Şengalê xwedî dernekevin nikarin ji xwe re êzidî bibêjin. Ti caran mafekî wan ê wiha nîne. Bi vê wesîleyê bang li Mala Mîra, Meclisa Rûhanî, Babaşêx dikim. Ew xwedî rûmet û prensîb in. Civaka êzidî hurmetê dide wan. Divê rola ku dikeve ser milê wan bi cih bînin. Êzîdxana ku nikaribe xwe rê ve bibe çawa wê ji hêla dînî ve azad bibe. Nikare behsa ziman, çand û rêz û rêçikan bike. Ji ber vê her kesê ku berpirsyarî dikeve bara wan divê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Avesta bang li gelê Şengalî û tevahî kurdistaniyan ên li derveyî welat kir, bal kişande ser çalakiyên ku ew dikin û got: “Dikarin zêdetir bikin û divê bikin jî. Divê zêdetir organîze bibin, çalakiyên bêhtir girseyî divê bikin. Bi roj û şev divê li ber NY'yê rûnin, li ber Konseya Ewroayê û û hemû saziyên navnetewî dengê xwe zêdetir derxînin. Divê çalakiyên wiha bikin ku hemû saziyan tevgerînin.

Ên ku 9'ê Cotmehê ferz kiribûn heta 1'ê Nîsanê wext dabûn, 1'ê Nîsanê beriya niha ew roja vekişîna hêzên me ji Şengalê bû. Ev dîroka ku dayin pê peyamê didin. Wê peyamnê didin gelê wir ku tevgera me ew terikandine. Helbet ne gel û ne jî tevgera me ti carî vê qebûl nake. Piştî ew qas kes û berdêlan wê ti caran dev jê bernede.”

Endama Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û got: “Divê ciwanên Başûrê Kurdistanê, jin, partiyên siyasî hemû gelê me vê peymana qirêj red bikin. Gelê me yê ku li welêt û derveyî welêt dijî di vê pêvajoya nazik de divê li cem Şengalê bin û lê xwedî derkevin. Ev pêvajo ya manûnemanê ye. Çi tişta ku ji dest wan tê divê di vê pêvajoyê de bikin. “

Avesta herî dawî got: “Niha Nîsan e, Nîsan ji bo êzidiyan meheke pîroz e. Çarşema Sor wê were pîrozkirin. Divê ev Çarşema pîroz bi berxwedanê were pêşwazîkirin. Ên ku maneya Çarşema Nîsanê dizanin divê li dahatû, çand, edetên xwe xwedî derkevin. Bi vê wesîleyê divê xwedî li Şengalê derkevin. Em ê jî di dest me de çi hebe heta dawiyê bi vê têkoşînê re bin. Çi kesê ku di nav vê têkoşînê de ye slav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”