Balafirên keşfê yên dewleta Tirk gundekî Dêrikê bombebaran kir

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker, şevê din meqleya remlê ya li gundê Dêrika Beravê yê girêdayî herêma Dêrikê bombebaran kir.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk gundekî Dêrikê bombebaran kir
4 nîsan, 2021   07:30
QAMIŞLO

Di encamê bombebaranê de tireksa welatiyê bi navê Merwan Ferman a di hundirê meqleyê de, şewitî.

Gundê Dêrika Beravê li rex çemê Dîcleyê li rojhilatê başûrê bajarê Dêrikê ye.

ANHA