Li kampa Holê 9 çete hatin girtin

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) 9 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê yên ku li kampa Holê bûyerên kuştinê pêk anîne, girtin.

Li kampa Holê 9 çete hatin girtin
4 nîsan, 2021   07:19
HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Piştî 5 rojan ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja înê pêngava yekemîn a operasyonê bi dawî kir. Lê hêzên YAT`ê operasyonên xwe yên taybet di hundirê kampê de didomînin.

Operasyonên YAT`ê di çarçoveya berdewama Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de pêk tên da ku bandora DAIŞ`ê di kampa Holê de bi dawî bikin, her wiha li ser agahiyên ku çeteyên di operasyonê de hatine girtin û li xwe mikur hatin, ev operasyon têne kirin.

Hêzên YAT`ê girtin ser hejmarek ji konên di beşa yekemîn û duyemîn a penaberên Iraqê de û di encama wê de 9 çeteyên ku wek şaneyên çeteyên DAIŞ`ê di hundirê kampê de tev digerin, girtin. Hate zanîn ku çeteyên hatine girtin sûcên kuştinê pêk dianîn û di nav de jinek ku çek di hundirê kampê de di nava çeteyan de digerandin.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampan e, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûrî, Iraq û dewletên biyanî tê de dijîn. Her wiha jinên DAIŞ`î hewldana ji nû ve birêxistinkirinê, kuştin, serjêkirin û belavkirina fikrên DAIŞ`ê dikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C5n9oftEXtw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>