Jiyan Tolhildan: Operasyona Holê têra têkbirina fikirê DAIŞ`ê yê turdraw nake

Yek ji fermandarên YPJ`ê ku beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûye diyar kir ku tenê bi operasyonê fikirê DAIŞ`ê yê tundraw li kampê belav kiriye, bi dawî nabe û erka têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û şaneyên wê ne tenê erka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Jiyan bang li welatên cîhanê kir ku berpirsiyarên xwe pêk bînin û dosyaya DAIŞ`ê çareser bikin.

Jiyan Tolhildan: Operasyona Holê têra têkbirina fikirê DAIŞ`ê yê turdraw nake
4 nîsan, 2021   07:58
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28’ê Adarê de li kampa Holê dest bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir û qonaxa yekemîn a operasyonê di 2`ê Nîsanê de bi dawî bû. Di wê qonaxê de bi dehan çeteyên şaneyên DAIŞ’ê yên li hundirê kampê kar dikirin hatin girtin.

Hêzên QSD, YPG`ê û YPJ`ê jî li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî operasyonê bûn û roleke sereke di operasyonên ewlehiyê de lîstin. Ji ber ku şêniyên kampê jin û zarokên DAIŞ`î ne.

Ji bo nirxandina operasyonê û bandora wê di pêşerojê de, ajansa me bi endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê Jiyan Tolhildan re hevpeyvînek çêkir.

Jiyan Tolhildan got: “Operasyona li Kampa Holê hatiye destpêkirin ji operasyonên berê cudatir bû, ji ber ku berdewama têkoşîna ji beriya 6 salan ve li dijî DAIŞ`ê bû. Her wiha ji ber ku şêniyên kampê malbatên wan terorîstan in ku me li hemberî wan şer kir.”

Jiyan destnîşan kir çete û terorîst hatin girtin, lê belê jin û zarokên wan li kampê ne û wiha dewam kir: “Ev kamp her tim ji aliyê mirovî ve barekî giran li ser milên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Xweser çêdike. Di demên dawî de jî li kampê gelek hewldanên jinên DAIŞ`î yên birêxistinkirinê û avakirina şaneyan çêbûn.”

Fermandara YPJ`ê Jiyan Tolhildan da zanîn ku li kêleka wê yekê li kampê sûcên kuştinê û tirsandina şêniyên kampê pêk hatin û wiha lê zêde kir: “Dibe ku kamp mîna kampeke sivîlan diyar dibe, lê li kampê kiryarên çêdibûn berovajî wê yekê nîşan didin. Şaneyên ku fikrên tundraw belav dikin, hatin avakirin û bi awayekî hov bûyerên kuştinê pêk tînin.”

Jiyan diyar kir ku li Kampa Holê malbatên DAIŞ`î û welatiyên zêdetirî 53 welatên biyanî hene û wiha domand: “Bi operasyona ku me li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn daye destpêkirin, em careke din ji tevahî cîhanê re teqez dikin ku hêzên me yên ewlekariyê û leşkeîr bi erkên xwe radibin û di têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`î û fikirê tundraw de berdewam in.”

Jiyan da zanîn ku divê cîhan tevda bizane ku Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî bi tena xwe nikarin vî  barê giran rakin û wiha axaftina xwe domand: "Ji ber vê yekê divê her kes bi erka xwe rabe, piştgiriyê bide û li ser erdê tiştekî bike. Divê di çareserkirina dosyaya DAIŞ`ê erkên xwe pêk bînin. Ji her kesî zêdetir me li hemberî wan terorîstan şer kir, malbatên DAIŞ`î ne berpirsiyariya me tenê ne. Çareserkirina vê dosyayê jî ne berpirsiyariya me tenê ye. Lê belê erka her kesî ye, divê bi erk û berpisiyariyên xwe rabin.”

Jiyan wiha dewam kir: “Em bawer nakin ku ew nikarin çareseriyê bibînin, lê belê ew di dîtina çareseriyê de ne cidî ne, wan bar avêt ser milê me, ji ber ku dizanin ku yên li şûna wan şer bikin hene.”

 

 

Jiyan her wiha bi bîr xist ku xeteriya vê kampê û DAIŞ`ê tenê bi operasyonên ewlehiyê û bi derfetên Rêveberiya Xweser tenê ji holê ranabe û wiha dewam kir: “Heta niha me xwe ragirt û me hemû derfet ji ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kir û me xist xizmeta bidawîkirina xeteriya DAIŞ`ê.

Êdî beşe ji vê vê paşguhkirinê û tenêhiştinê re. Ev bar tenê li ser me hiştine, em dikarin pê ranebin jî. Lê exlaqê me yê mirovî nahêle em wê yekê bikin. Kamp di bin navê sivîlan de hatiye veşartin, lê belê hemû rêxistinbûnên terorîstên DAIŞ`ê li wir in. Li kampê dadgehên şeriî, dibistanên ji bo perwerdekirina fikrê DAIŞ’ê û komîteyên qetilkirinê û El-Hesbê hatine avakirin, ev jî xeteriya vê kampê dide diyarkirin."

Jiyan di dewama axaftina xwe de daxuyand ku “bi bidawîkirina qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê re, wê xeteriya vê kampê ji holê ranebeû fikrê DAIŞ`ê yê tundraw jî sînordar neke. Me berê li Baxozê jî gotibû, tunekirina DAIŞ`ê di aliyê erdnîgariyê de wê dawî li DAIŞ`ê neyne. Em vê yekê heta roja îro dibînin û DAIŞ`ê li herêmê hîna wekî şaneyan tevdigere."

Jiyan got ev operasyon dê fikrê DAIŞ`ê yê li kampê belav bûye bi dawî neke, ji ber ku li wir bi hezaran jinên ku wê fikrê radîkal û tundraw radikin hene, her wiha bi hezaran zarokên li ser wê fikrî tên perwerdekirin hene.

Jiyan teqez kir ku DAIŞ di aliyê fikirî de hîna zindî ye û tunekirina wê fikirî hatiye belavkirin bi awayekî veşartî û eşkere ne tenê erka hêzên wan ên leşkerî, Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekariyê ye lê belê erka hemû cîhanê ye.

Jiyan Tolhildan got “kesên li kampê dimînin ne sivîl in, lê belê malbatên DAIŞ`î yên ji seranserî cîhanê ne. Divê her kes ji bo bidawîkirina vê xeteriyê kar bike û bar tenê neavêje ser milên hêzên wan.

Di berdewama axaftina xwe de, Jiyan Tolhildan eşkere kir ku armancên operasyonê di qonaxa yekemîn de pêk hatin, tê de agahiyên niştecihên kampê hatin girtin, tevahî kon hatin kontrolkirin û gelek endamên şaneyan hatin girtin. Her wiha qonaxên dîtir ên operasyonê dê li gorî planê berdewam bike.

Jiyan her wiha diyar kir ku dê operasyona berdewam bike, lê belê ne tenê ji hêla hêzên wan ên ewlehiyê û ne tenê bi keda Rêveberiya Xweser, lê divê cîhan jî bi erka xwe rabe û li kêleka wan be.

Jiyan bang li welatên cîhanê kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin û li kêlek hêzên wan beşdarî têkbirina fikrê DAIŞ’ê ya di hundirê kampê, derveyê wê de bibin û rêxistina wan bi dawî bikin.

Fermandara YPJ`ê Jiyana Tolhildan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hêzên me qonaxa yekemîn a operasyonê li gorî planê bi dawî kirin, bi şêweyekî profesyonal û bi moralekî bilind kar kirin. Em ê bi vê performansê qonaxên din jî dewam bikin.”

(eh)

ANHA