ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2021
3 nîsan, 2021   23:00

-Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîrozbahî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnamevan Yasir Îlyas got, Mistefa Kazimî û raya giştî ya cîhanê berxwedan û îradeya Êzidiyan a li hemberî hemû kesên ku hewl didan vê îradeyê têk bibin dîtin. Yasir Îlyas  diyar kir ku helwesta Êzidiyan ji hikumeta Mistefa Kazimî re bersiv bû  û ew neçar kir ku gav paşde bavêje. (BI WÊNE).

-Parêzer Mehmûd El-Mehmûd bal kişand ser peywendiya telefonê ya dawî ya rêber Abdullah Ocalan bi birayê xwe re û got, ev yek hewldanek ji aliyê dewleta Tirk da ku gel bixapîne û wê ji daxwazên wê yên azadiya fîzîkî ya rêbertî re dûr bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- YPJ'ê li hember rêxistin û komên çete yên herî xeter sekinî û li dijî wan şer kir. Bi vê yekê berxwedana wê li tevahî cîhanê deng veda. Şervanên YPJ'ê gotin, yekîneyên wan ji bo rizgarkirinê jinan hatine avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji fermandarên YPJ'ê Jiyan Tolhildan ya beşdarî Operasyona"Mirovî û Ewlehiyê" bûye got: "Operasyon fikirê DAIŞ`ê yê tundraw ê li kampê belav bûye, bi dawî nake û erka têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û şaneyên wê ya li hundirê kampê û derveyî wê, ne ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tenê tê xwestin, divê cîhan bi erka xwe rabe û dosya DAIŞ`ê û malbatên wan çareser bike.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Abdullah Ocalan: Rabirdûya mirovatiyê hînê rastîn e. Ez ê jê re bi hurmet bim û ez ê li wir li jiyanê bigerim û bibînim û ji nû ve bidim destpêkirin. Paşeroj dê ji bikaranîna van hewldanan zêdetir tiştekî din nebe.” (BI WÊNE).

- Li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de welatî êdî fêrî dîtina kombûna li pêşiya firin û stasyonên sotemeniyê bûne. Lê ev kombûn gihaştiye kolanan û şênî bi hêviya wesayîtekê ne ku wan bigihîne cihê karê wan. Ji ber Şama ku tevgera wê zêde bûye bi mezinbûna aloziya sotemeniyê re kolanên wê vala bûne. (BI WÊNE).

CÎHAN

- YE’yê da zanîn ku beriya ku ceza li ser hikumeta Şamê rabin, merc e ku ew reftarên xwe yên hundirîn û derve biguhere, her wiha hîna guman li ser vekişîna çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji Lîbyayê hene. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Yekta Herekol a Şanoyê ya 5'emîn di roja xwe ya 8'an de li bajarê Qamişlo didome, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Derhêner Sarya Golan xebatên şanoyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin û got "Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku em di nava xwe de dimînin. Kengî me lîstikên xwe derxistin derve, wê demê lîstikvanên jêhatî û metnên baş jî dê derkevin holê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA