Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên navçeya Eyn Îsayê dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev hewl dan derbasî gundên Mielek û Seyda yên navçeya Eyn Îsayê bibin, şervanên QSD`ê bersiv dan û bi paş de vegerandin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên navçeya Eyn Îsayê dike
4 nîsan, 2021   04:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji ragihand ku duh bi şev di saet 01:30`ê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev hewl dan derbasî gundên Mielek û Seyda yên navçeya Eyn Îsayê bibin, lê şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de, bersivên tund dan êrişên wan û ew neçar kirin ku bi paş de birevin.

Her wiha nûçegihan diyar kir ku piştî çete bi baş de reviyan êrişî heman gundan û rêya M4 kirin û li herêmê şer qewimî, şer hîna jî berdewam dike.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama şer de erebeyek çeteyan hate rûxandin û panzêrek jî hate derbkirin.

Şer berdewam dike..

ANHA