Li Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê, şevbuhêrkeke stran û helbestan

Bi boneya rojbûna rêber Ocalan Kongreya Star bi hevkariya bi koma Hîlala Zêrîn a girêdayî Navenda Bqaî Xido ya Çand û Hunerê şevbuhêrkeke stran û helbestê li gundê Elbelor li dar xist. ‎

Li Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê, şevbuhêrkeke stran û helbestan
Li Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê, şevbuhêrkeke stran û helbestan
Li Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê, şevbuhêrkeke stran û helbestan
Li Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê, şevbuhêrkeke stran û helbestan
3 nîsan, 2021   18:53
‏ ‏KOBANÊ

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Kongreya Star di 29’ê vê mehê de ji bo rojbûna rêber Ocalan dest pê kirine de, şevbuhêrk hate lidarxistin. ‎

Şevbuhêrk li gundê Elbelor ê rojavayê Kobanê li mala ku rêber Ocalan di 1979’an de dema ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûye de, hate lidarxistin. ‎

Cihê şevbuhêrk bi wêneyên rêber Ocalan û diruşmên "bê serok jiyan nabe", "Hûn nikarin roja me tarî bikin" û " Azadiya rêbertî azadiya me ye" hat xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, piştre endamên rêveber ên Kongreya Star diyarî da têkoşer û birîndarekî şer Hesen Besrî.

Dûvre koma Hîlala Zêrîn a girêdayî Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê gelek stran gotin û piştre jî helbest hatin xwendin. ‎

Şevbuhêrk bi diruşmên banga azadiya rêber Ocalan bi dawî bû.

Ji çarçoveya rêzeҫalakiyên Kongreya Star ên bi boneya 4'ê Nîsanê îro li gundê Elbelorê jî dar hatin ҫandin.‎

‏(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/00oqN5czlHY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>