Di mîhrîcana Herekol de şanoya "Rihên Şewitî" hate pêşandan

Di mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol îro şanoya"Rihên Şewitî" ji aliyê koma Lêlonê ya şanoyê hate pêşandan û bi rêya wê fikireya vegerê û nevegera li Efrîna dagirkirî hate pêşkêşkirin.

Di mîhrîcana Herekol de şanoya "Rihên Şewitî" hate pêşandan
Di mîhrîcana Herekol de şanoya "Rihên Şewitî" hate pêşandan
Di mîhrîcana Herekol de şanoya "Rihên Şewitî" hate pêşandan
Di mîhrîcana Herekol de şanoya "Rihên Şewitî" hate pêşandan
Di mîhrîcana Herekol de şanoya "Rihên Şewitî" hate pêşandan
Di mîhrîcana Herekol de şanoya "Rihên Şewitî" hate pêşandan
Di mîhrîcana Herekol de şanoya "Rihên Şewitî" hate pêşandan
Di mîhrîcana Herekol de şanoya "Rihên Şewitî" hate pêşandan
3 nîsan, 2021   18:26

Îro li ser dikeya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê koma LêLonê şanoya bi navê "Rihên Şewitî" pêşkêş kir. Deqa şanoyê ji aliyê Ednan Mistefa û Raperîn Hesen ve hatibû nivîsandin. Ev şano li ser bajarê Efrînê ya dagirkirî ye.

Şano ji aliyê 4 lîstikvanan ve hate pêşkêşkirin û tê de sûcên li Efrînê tên kirin nîşan dan.

Şanoyê behsa azarên koçberên li kamapan û siyasetên koçberkirina bi darê zorê û guhartina demografî ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê pêk tên, kir.

Şanoya Rihên şewitî fikireya veger û nevegera li Efrîna dagirkirî pêşkêş dike, di heman demê de lîstikvanan girêdana xwe ya bi erdê ve nîşan da û ev hest li ser rûyên temaşevanan jî eşkere bûn.

Di nava şanoyê de dîmenên der barê dara aştiyê ya zeytûnê hatin pêşandan û vê yekê hişt ku gel bigirîn.

Piştî şano bi dawî bû, rexnegiran û beşdaran nêrînên xwe der barê şanoyê de parve kirin û got ku Efrîna dagirkirî  dê rizgar bibe.

Dê mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol heta 6’ê Nîsanê şanoyan pêşkêş bike û dê sibe şanoya bi sernava "Qêrîn" ji hêla lîstokvanên koma Tolhildan a Xweser a Hesekê ve were pêşandan.

(eh)

ANHA