Li Şehbayê turnuveya voleybolê ya jinên ciwan dest pê kir

Yekitiya Voleybolê ya Herêma Efrînê cara yekemîn e turnuveya voleybolê ya jinên ciwan organize dike.

Li Şehbayê turnuveya voleybolê ya jinên ciwan dest pê kir
Li Şehbayê turnuveya voleybolê ya jinên ciwan dest pê kir
Li Şehbayê turnuveya voleybolê ya jinên ciwan dest pê kir
Li Şehbayê turnuveya voleybolê ya jinên ciwan dest pê kir
3 nîsan, 2021   17:48
ŞEHBA

Yekitiya Voleybolê ya Herêma Efrînê bi beşdarbûna 5 tîman, turnuveya voleybolê ya jinên ciwan li stada dibistana Til Qerah a navçeya Ehdasê li dar dixe.

Tîmên beşdarî dewriyeyê bûn ev in:"Şêrawa, Til Rifet, Berxwedan, Til Qerah û Serdem",  her wiha ev cara yekemîn ku di nava komîteya nirxandinê de du jin hene. 

Bi navê Yekitiya Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê Diyana Bekir  axivî û got: "Cara yekemîn e ku li kantona Şehbayê turnuveya jinên ciwan li dar dikeve, ev gaveke nû ye  ku ji aliyê jinan ve hate pêşwazîkirin, di heman demê de gaveke serkeftî ye ku jinên ciwan ji pîvanên paşverû yên civakê derkeve."

Dinya Bekir di dawiya gotina xwe de hêvî kir ku hemû tîm bi ser bikevin û bi rihekî sporane bilîzin.

Îro tîmên Serdem û Şêrawa lîst û maç bi serkeftina tîma Serdem bi dawî bû, her wiha tîmên Til Qerah û Berxwedan jî lîstin û maç bi serkeftina tîma Berxwedan bi dawî bû.

Maç dê her roja Şemiyê werin lidarxistin, turnuve dê 1'ê Gulana bê bi dawî bibe.

(eh)

ANHA