Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi boneya salvegera damezrandina xwe, civînek ‎li dar xist ‎

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê îro bi boneya salvegera damezrandina ‎xwe ya 20'emîn li nivîsgeha partiyê a Qamişlo civînek li dar xist. ‎

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi boneya salvegera damezrandina xwe, civînek ‎li dar xist ‎
Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi boneya salvegera damezrandina xwe, civînek ‎li dar xist ‎
Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi boneya salvegera damezrandina xwe, civînek ‎li dar xist ‎
Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi boneya salvegera damezrandina xwe, civînek ‎li dar xist ‎
3 nîsan, 2021   17:36
QAMIŞLO

Bi boneya derbasbûna salvegera 20’emîn a damezrandina Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê ku di 2001’an de bû, îro partiyê li nivîsgeha xwe ya Qamişlo bi beşdariya gelek ji endamên partiyên siyasî civînek li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sekreterê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Faris Qesas bi ‎rêya telefonê axivî û wiha got: "Partî salvegera damezrandin û ragihandina xwe ya ‎‎20'mîn pîroz dike û ew ji berê zêdetir îsrar dike ku desthildariya li ser Sûriyê hatiye feriz kirin bişkîne.‎

Qesas wiha domand: "Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê di parastina projeya xwe de berdewam e."

Qesas di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê ‎bi boneya salvegera wê ya 20'emîn ji gelê Sûriyê re radighîne ku ew ê têkoşîna xwe ya ‎ji bo welat û mirovan bidomîne.‎

Dûvre berpirsa dosyaya jinan a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Heyfaa Mehmûd wiha got: "Hîna jî partiya me bi aştiyane tê dikoşe û tevahî rêbazên tundiyê yên li Sûriyê red dike. Bi nirxên çandî, çanda diyalogê cihêrengiya nêrînan, pirrengî bawer e ku welat a tevan e." ‎

Heyfaa Mehmûd wiha berdewam kir: "Beriya çend rojan salvegera 10’emîn a şoreşa Sûriyê derbas bû. Lê li hember wê jî civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî tu însiyatîfên çareseriyê ji krîza Sûriyê re nedîtin, lê belê xizantî û bêkarî zêde bû."

Heyfaa Mehmûd di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku di encama derketina DAIŞ'ê û rêxistinê dîtir bi ‎alîkariya dewletên navneteweyî, da ku mirovan bitirsînin û qetil bikin  de Rêveberiya Xweser hate avakirin, da ku li hember van hêzan bisekin û têk bibe. niha jî pêdivî piştgiriya Rêveberiya Xweser heye."

Ҫalakî bi xwendina peyamên pîrozbahiyê yên ku partiyên siyasî rê kirine bi dawî bû. ‎

‎(dm)‎

ANHA