Li Şehbayê ji zarokên şehîdan re, şahî hate lidarxistin

Bi sponseriya Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê û bi hevkariya bi Desteya Çand û Hunerê re îro şahiyek bi boneya Roja Cîhanê ya Sêwiyan ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin.

Li Şehbayê ji zarokên şehîdan re, şahî hate lidarxistin
Li Şehbayê ji zarokên şehîdan re, şahî hate lidarxistin
Li Şehbayê ji zarokên şehîdan re, şahî hate lidarxistin
3 nîsan, 2021   17:02
ŞEHBA

Li Hola Mîhtan a Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas a girêdayî Şehbayê şahî ji 63 zarokên bi temenên cuda re hate lidarxistin. Her wiha hola bi napox û wêneyên zarokatiyê re hate xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre cîgira Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê Wefaa Hisên wiha got: "Pêdiviya sêwî bi hezkirin, dilnizmî ya ji hêla civakê ve heye. Bi rêya vê rojê cîhan şahiyan li dar dixe. Em hewl didin di vê şahiyê de ji sêwiyan re bêjin ku ew xort û keçên me ne."

Wefaa Hisên wiha domand: "Tu ferq di navbera wan û zarokên dîtir de tune ne. Divê em şahî û kêfxweşiyê bixin dilên wan û ji fîtne û xemgîniyê bi dûr bixin û tev li civakê bikin. Da ku roja xwe ya pêşeng di civak de wergirin û civakê bi pêş bixin. Em bang li tevahî beşdar, cîhanê û her kesê/a xwedî wijdan dikin ku van zarokan kêfxweş bikin û jiyana baş ji wan re dabîn bikin."

Dûvre koma Çiqilên Zeytûnê, gelek stran gotin û dîlan hatin gerandin. Piştre sînevîzyonek li ser nakokiya di navbera lawirên kedî û derinde de hate pêşandan û şanoyek bi sernavê "Xewnên Bêreng "hate pêşandan, ew jî li ser xewnên zarokan di dema koçbertiyê de ye.

Şahî bi pêşbirkên werzîşî, çandî û lîstokî û belavkirina diyarî û şêraniyan bi dawî bû.

(fr)

ANHA