Li Holê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, yek jî berpirsê siûqatan e

Piştî çeteyên ku beriya niha hatine girtin, agahiyên têkildarî hebûna şaneyekê da, Yekîneyên Têkoşîna li dijî terorê li kampa Holê 4 çete ji şaneyên DAIŞ`ê girtin, ji wan berpirsê siûqastan hate girtin.

Li Holê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, yek jî berpirsê siûqatan e
3 nîsan, 2021   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ajansa me re diyar kir ku hêzên Têkoşîna li dijî Terorê operasyonek pêk anî û di encamê de şaneyeke DAIŞ`ê ya li Holê kir armanc. Hêzan 4 çeteyên di nava şaneyê de girtin, ji wan berpirsê sûcên qetilkirinan Nûrî Merdas Remezan ê ku bi navê "Ebû Îmad" tê naskirin hat girtin.

Li gorî lixwemikurhatina çeteyên ku berê di Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" de hatibûn girtin, ev şane hate girtin.

(eh)

ANHA