ꞌDewleta Tirk bi rêya qutkirina avê hewl dide jiyana li herêmê têk bibeꞌ

Daîreya Avê ya navçeya Til Berakê qutkirna avê ya li ser stasyona Elok û bendava Firatê ya ji aliyê artêşa Tirk ve şermezar kir û Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê û komîteya Kehrebê bi daxuyaniyên cuda hişyar kir ku ger karesatek çêbibe, dê bandorê li mirovahiyê û hilberînên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

ꞌDewleta Tirk bi rêya qutkirina avê hewl dide jiyana li herêmê têk bibeꞌ
3 nîsan, 2021   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

TIL BERAK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P6WsqezX_lM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi armanca şermezarkirina qutkirina avê ya li ser stasyona Elok û bendava Firatê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê artêşa Tirk ve pêk hatiye, îro Daîreya Avê ya navçeya Til Berakê ya girêdayî kantona Qamişlo daxuyaniyek da.

Hevseroka Navenda Kehrebê ya Til Berakê Senaa Eli bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk ji bo projeya neteweya demokratîk a ku li herêmê hatiye avakirin, hovîtrîn sûcan bi kar tîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker ava Firatê li ser Bakur û Rojhialtê Sûriyê qut kir, tevî ku ava Firatê çavkaniya jiyana herêmê ye, ku bi hezaran hektaran av dide û bi sed hezaran gelê herêmê debara xwe pê dike, her wiha avê dide stasyonên kehrebê, lê dewleta Tirk bi qutkirina ava çem hewl dide bi sûcên dermirovî jiyana li wan herêman têk bibe.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KYlGa4op7EM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê kêm dike û vê yekê şerê debara gel dike, ji ber vê yekê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê û Komîteya Kehrebê du daxuyaniyên cuda da. Daxuyanî li pêşiya Şaredariya Gel a navçeya hatin xwendin.

Daxuyanî ji aliyê hevserok Mecid El-Beşar ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji vir û ji navçeya Til Hemîsê û bi armanca bersivdayîna ji sûcên desthilatê Osmanî ya di serdema nû de"Erdogan" ku li dijî gelê herêmê hemû sûc bi kar anîn, ya herî dawî jî li ser gelê herêmê av qut kir. Di demekê de baran nabare û demsala havînê tê û pêwîstiya gel bi avê heye, Erdogan avê qut dike. Ev yek jî li aloziyên wî yên li herêmê zêde dibe. Di heman demê de hişyariyê didin ku ger ev yek berdewam bike, dê karesateke rasteqînî çêbibe û bandorê li mirovahiyê û hilberînên li herêmê bi giştî bike.

Di daxuyaniya Komîteya Kehrebê de ku ji aliyê endam Hemed Silêman ve hate xwendin, hate diyarkirin ku piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk rêbazekî din li dijî gelên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anî, ew jî  kêmkirina rêjeya ava bendan e, ji ber herrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dayîna kehrebê xwe de xwe dispêre bendan, lê ew yek êdî bi paş ve dikeve û bandoreke neyênî dike, di encamê de saetên kehrebê dê kêm bibin. Her wıha li gorî raporên fermê rêjeya ava ku niha di çirkeyê de tê berdan 200 metrekab e. Lê ger dewleta Tirk vê yekê berdewam bike, dê li Heleb, Reqa, Dêrazor, Bokemal,  Hesekê û heta bi sînorên Iraqê karesateke mirovî çêbibe. ji ber bendav ava vexwarinê û kehrebê dide herêmên navborî.

(eh)

ANHA