KCK: 4'ê Nîsanê divê bibe roja geşkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo

KCK’ê bi boneya 4’ê Nîsanê peyamek da û got “4'ê Nîsanê divê bibe roja ku têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo tê geşkirin. Encax wiha mirov dikare bersivê bide rojbûna gelê Kurd, jinan û civakên çewisandî. Em bi vî rengî dikarin deynê xwe bidin rêber Apo.”

KCK: 4'ê Nîsanê divê bibe roja geşkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo
3 nîsan, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan peyamek weşand. KCK'ê di peyama xwe de got:

“4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd, jinan û hemû gelan pîroz be. Em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin, yadê Uveyş ku zaroyekî wiha daye mirovahiyê, bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Rojbûna Rêber Apo ya hemû gelan, jinan, gel û civakên çewisandî ye. Rojbûnên wiha ji ber ku ji bo mirovahiyê girîng in, têne pîrozkirin. Rêber Apo êdî ji yekkesîbûnê wêdetir e. Nasnameyeke kollektîf e ku di serî de gelên çewisandî, civak û jin û mirovahî lê xwedî derdikevin. Di dîroka azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê de bûyîna Rêber Apo tê maneya qonaxeke girîng. Rêber Apo bi gotina, hemû serheviya ramanê ya dîroka mirovahiyê bi rengê hingiv min danî holê, rola xwe ya dîrokî bi rengekî balkêş daniye holê.

Rêber Apo hingî gelek tişt bi dest gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, mirovahiyê û jinan ve aniye, em hemû deyndarî vê Rêbertiyê ne. Tenê yên bêwijdan, zailm, ne xwedî hîsên dadmeniyê dikarin destkeftiyên ku Rêber Apo bi dest mirovahiyê ve anîne, red bikin. Rêber Apo bi raman, bi destkeftiyên ku bi dest gelê Kurd, jin û gelan ve anîne, bi rengekî ku nikaribe were înkarkirin, bûye yê hemû mirovahiyê. Ji vî alî ve 4'ê Nîsanê dive bibe roja ku têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê geşkirin. Encax wiha mirov dikare bersivê bide rojbûna gelê Kurd, jinan û civakên çewisandî. Em bi vî rengî dikarin deynê xwe bidin Rêber Apo. Bêguman, Rêber Apo gotiye gelê Kurd, jinan û hemû gelan, divê hûn ji bo azadiya xwe tê bikoşin, bi vî rengî destnîşan kiriye ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo û ya gelan, jinan û civakên çewisandî yek e. Pêngava me ya, 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye', her wiha têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.

Bi vê çarçoveyê di serî de gundê Amara ku Rêber Apo lê çêbûye, her dever divê bibin cihê têkoşînê ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo lê kirin û rojbûna Rêber Apo tên pîrozkirin. Em dibêjin sala 2021'an divê mirov bike sala azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê, bi Rêber Apo re li Newroza Amedê em komî ser hev bibin, em sond dixwin ku layiqî vê bûyînê bin.”