PYD: Rojbûna rêber Ocalan vejîna gelên azadîxwaz e

PYD`ê bi peyamekê got “Paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan ji bo hevalên wî û kesên azadîxwaz û jiyana birûmet armanc dikin, bû dibistan."

PYD: Rojbûna rêber Ocalan vejîna gelên azadîxwaz e
3 nîsan, 2021   09:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan ku dikeve 4`ê Nîsanê, daxuyaniyek da û wek roja vejînê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir.

PYD`ê di destpêka daxuyaniya xwe got: “Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi hewcedariya rêveberiyekê bû ku hêviyên wî pêk bîne, êş û rewşa wî û şert û mercên ku tê re derbas dibe, nas bike.”

PYD`ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Serok Apo di 4`ê Nîsana 1949`an de li gundê Amarayê di hemêza malbateke xizan de ji dayîk bû. Zarokatî û ciwantiya xwe li ser nirxên gund û gelê xwe borand. Her wiha mîna her ciwanekî Kurd jiya heta ku rastiya gelê xwe nas kir. Êdî bû aşiqê gel û ew guhertina di zîhniyetê û rêxistinkirinê de pêk anî.”

PYD`ê diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan rojekê rojbûna xwe pîroz nekir û xeyal nedikir ku gelên Rojhilata Navîn dê vê rojê pîroz bikin, lê piştî dîlgirtinê, ji hevalên xwe xwest ku di vê rojê de ji bo wî daran biçînin.

PYD`ê piştrast kir ku paradîgmaya ku pêk aniye, ji hevalên wî û kesên azadîxwaz û yên jiyaneke birûmet armanc dikir re bû dibistan û wiha domand: “Gelan û civakan bi naskirina vê rastiyê, ji rêber Abdullah Ocalan re wefadariya xwe nîşan didin, mîna ku rêber Apo jî bi wan re wefadar e.  Ji ber wê gel rojbûna wî pîroz dikin û piştgiriya xwe pê re rave dikin. Her wiha bang li hêzên cîhanê dikin ku wî serbest berdin.”

PYD`ê di dawiyê de 4’ê Nîsanê li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

(şx)

ANHA