Li gundekî Qamişloyê 2 malbat bi hev ketin: 8 kes hatin kuştin

Li gundê Dilawiyê yê başûrê bajarê Qamişloyê di navbera 2 malbatan de de nakokî derket. Di encamê de ji her du malbatan 8 kes hatin kuştin.

Li gundekî Qamişloyê 2 malbat bi hev ketin: 8 kes hatin kuştin
3 nîsan, 2021   10:04
QAMIŞLO

Li gundê Dilawiyê yê başûrê Qamişlo, di navbera malbata ‘Hiso’ û malbata ‘El-Helab’ ên êla El-Raşêd de nakokî derket.

Li gorî agahiyan piştî ku hespekî malbata Hiso derbasî erdê malbata El-Helab bû, nakokî derket û her du aliyan çek bi kar anîn. Di encamê de 7 kes ji malbata El-Helab û kesek ji malbata Hiso hatin kuştin. Gelek kes jî birîndar bûn û heya niha alozî didome.

Gundê Dilawiyê yê başûrê kantona Qamişloyê, di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye.

(dx)

ANHA