Li Washingtonê êriş: Polîsek û êrişkar hatin kuştin

Polîsên paytexta Amerîkayê ragihand ku di bûyera li nêzî avahiya Capitol a li Washingtonê de polîsek hate kuştin. Her wiha êrişkar jî hate kuştin.

Li Washingtonê êriş: Polîsek û êrişkar hatin kuştin
3 nîsan, 2021   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka polîsên Capitol Yogananda Bateman di civîneke çepemeniyê de ragihand ku êrişkar ji erebeyê daket û di destê wî de kêr hebû û ber bi polîsên Capitol ve çû, paşê polîsan gule lê reşandin.

Her wiha Yogananda Bateman ragihand ku serbazekî polîsan di bûyerê de hate kuştin û serbazê din birîndar bû û rewşa wî baş e.

Toreya NBC ragihand ku êrişkarê ku bi erebaya xwe ber bi polîsên avahiya Kongreyê ya Amerîkayê ve çû, navê wî Nuh Green e û 25 salî ye.

 (bx)