Îlham Ehmed ji bo malbata Nemam Xefûrî peyama sersaxiyê da

Seroka desteya rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed ji ber wefata bijîşk û çalakvana Kurd Nemam Xefûrî sersaxî xwest û got "Me jineke bihêz winda kir."

Îlham Ehmed ji bo malbata Nemam Xefûrî peyama sersaxiyê da
3 nîsan, 2021   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Bijîşk û çalakvana Kurd Nemam Xefûrî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da.

Nemam ji navçeya Koysincaq a Hewlêrê ye. Dema hêzên kujer ên Sedam Hisên êrişî herêma wan kir, Nemam tevî malbata xwe di temenê biçûk de ji Kurdistanê koçber bûn û koçberî Îranê bûn, piştre berê xwe dan Swêdê.

Nemam Xefûrî li Swêdê beşa tibê xwend, piştre dîsa vegerî Başûrê Kurdistanê da ku alîkariya kesên ku di şerê navxweyî de bûne qurbanî, bike.

Her wiha Nemam Xefûrî rêxisitina Joint Help For Kurdistan damezirand, ev rêxistin nehikumî ye. Xebata vê rêxistinê bi giranî ji bo jinên êzidî bû.

Di sala  2014`an de, dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê û  Şengalê kir, Nemam Xefûrî di destekdayîna koçberên her du bajaran de, roleke girîng lîst.

Seroka desteya rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed sersaxî ji malbat û hevalên Nemam re xwest. Îlham li hesabê xwe yê Twitterê got: "Me jineke bihêz winda kir, Nemam wekî sembola jina rasteqîn e."

Îlham wiha domand: "Nemam Xefûrî damezirînera Joint Help For Kurdistan e, di pênc salên xwe yên dawî de alîkariya zarok û jinên êzidî kir. Em ji bo giyana wê dua dikin û sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wê re dixwazin."

Her wiha fermandarê giştî ya QSD'ê Mazlûm Ebdî ji bo wefata Nemam Xefûrî xemgîniya xwe anîbû ziman û li hesabê xwe yê Twitterê gotibû: "Me agahiya mirina bijîşk Nemam Xefûrî bi xemgîniyeke kûr bihîst. Me kesayeteke hêja û çalakgereke mezin ku ji bo alîkariî û bi taybet ji bo alîkariya gelê Kobanê û civaka êzidî jiyana xwe kiribû fedaî, winda kir."

)dx)

ANHA