Hikumeta Debîba biryarên hikumeta El-Wîfaq betal kirin

Hikumeta El-Wehda El-Weteniye ya Lîbyayê ya bi serokatiya Abdulhemîd Debîba ragihand ku hemû biryar û tedbîrên ku ji aliyê hikumeta El-Wîfaq û ya demkî ve piştî 10`ê Adara borî derketine, hatine betalkirin.

Hikumeta Debîba biryarên hikumeta El-Wîfaq betal kirin
3 nîsan, 2021   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava biyarên ku hatine betalkirin de, guhartinên ku her du hikumetan di kêliyên dawî de, di saziyan de pêk anîbûn.

Hikumeta Debîba ragihand ku erkdarkirinên ku her du hikumetan pêk anîbûn, ne li gorî pêvajoya veguherandina serweriyê ne.

Li gorî encamên komxebata siyasî, berpirsyarên serweriya rêveberiyê bi temamî vedigere Meclisa Serokatiyê û hikumeta nû.

Hikumeta Debîba di 15`ê Adara borî de bi awayekî fermî hate erkdarkirin û hin biryarên hikumeta El-Wîfaq a berê, betal kirin.

 (bx)