Hêzên QSD li Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundewarê rojaveyê Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Hêzên QSD li Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin
3 nîsan, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarokê El-Kesrat ê gundewarê rojavayê Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin navên çeteyan wiha ne:

Ismaîl Ewad El-Sultan sala 1962`yan ji dayîk bûye û li Hemar El-Kesra li gundewarê rojavayê Dêrazorê dijî. Salih Isamîl El-Ewad sala 1997`an ji dayîk bûye û li Hemar El-Kesra ê gundewarê rojavayê Dêrazorê dijî. Mehmûd Hesen El-Hemed di 1998`an ji dayîk bûye û li Hemar El-Kesra a gundewarê rojavayê Dêrazorê dijî . Çeteyê bi navê Reid Hirmas El-Hemîd El-Hemade sala 1993`yan ji dayîk bûye û li gundê Şihabat dijî.

Her wiha hêzên QSD`ê amûrên leşkerî yên bi çeteyê bi navê Reid El-Hemad re desteser kirin

Şaneyên DAIŞ`ê di vê dawiyê de li gundewarê Dêrazorê çalak bûne, şênî, rûspî û kesayetên navdar dikin hedef.

(şx)

ANHA