Rojnameyên erebî: Qeyrana sotemeniyê li Sûriyê

Rojnameyên erebî îro behsa qeyrana sotemeniyê ya li Sûriyê, nakokiya di navbera Îsraîl û Îranê de û tecrîda li ser tevgera El-Nehda ya li Tunisê kir.

Rojnameyên erebî: Qeyrana sotemeniyê li Sûriyê
3 nîsan, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞÊNIYÊN ŞAMÊ JI BER QEYRANA SOTEMENIYÊ AMÛRÊN DIN BI KAR TÎNIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat îro der barê aloziya sotemenyêde ku hikumeta Şamê tengav kiriye, wiha nivîsî: “Ji ber qeyrana sotemeniyê li paytexta Sûriyê Şamê, êdî ne tiştek ecêb e ku niştecihên Şamê li şûna wesayîtên veguhastinê hespan bi kar bînin. 

Welatiyekî Şamê duh ji Şerq El-Ewsat re wiha got: "Krîz ji hêza me ya tehemulkirin û domandina jiyana me mezintir bûye. Welat hema bêje felc bûye, gerînendetiyên dewletê ji ber qutbûna kehrebeyê û torên înternetê hema bêje naxebitin. Karmend ji ber nebûna amûrên veguhastinê nikarin xwe bigihînin cihên kar, xwendekarên dibistan û zanîngehan ji ber vê pirsgirêkê yan jî ji ber koronayê naçin dibistanên xwe. Krîz êdî ne tenê xizanî ye, lê ya girîngtir nebûna jêderên enerjî, sotemeniyê û hemû tiştên ku ji bo domandina jiyanê ye. Rewş felaket e.

Hefteya borî, meclisên bajaran ên li Şamê û parêzgehan rêjeya dagirtina benzînê ji bo erebeyên geştiyarî yên taybet û giştî daxistin 20 lître her heft rojan carekê. Her çar rojan 20 lître ji bo erebeyên giştî û 20 lître ji bo erebeyên ku li ser xetên derve yên Lubnan û Urdinê kar dikin. Her wiha dagirtina otobusên giştî bi mazotê her roja înê jî heta demeke nediyar hat rawestandin û tenê basên şîrketa giştî ya veguhestina hundirîn kar dikin.

Piştî ku Wezareta Petrolê ya Şamê meha borî ji ber nebûna sotemeniyê û pêwîstiya kêmkirina paran heta ku petrol bigihêje herêmê ku ji ber pirsgirêka keştiya li kanala Sûveyşê dereng maye,  parên stasyonên sotemeniyê yên mazot û benzînê kêm kir, qeyrana veguhastinê li Sûriyê xirabtir bû. Wezareta Petrolê beriya aloziya keştiya li kanala Sûveyşê sedema qeyranê vedigerandin ferzkirina cezayên navneteweyî yên li ser rejîma Sûriyê.”

‘ŞERÊ VEŞARTÎ: BILINDBÛNA ASTA NAKOKIYÊ DI NAVBERA ÎRAN Û ISRAÎLÊ DE’

Têkildarî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Rêzebûyerên vê dawiyê ên girêdayî keştiyên Îsraîl û Îranê, kesayet û avahiyên Îranê û milîsên Tehranê li welatên Ereban, şerekî ne diyar ê asta nizm û veşartî nîşan didin. Tevî bûyeran jî her du hikumetan berpirsyariya van êrişan negirt ser xwe û bi awayekî fermî şîrove li ser wan nekirin.”

‘IXWAN MUSLIMÎN LI TUNISÊ DORPÊÇKIRÎ YE’

Rojnameya El-Beyan behsa dorpêça li ser Îxwan Muslimîn ên li Tunisê kir û wiha nivisî: “Tevgera El-Nehda ya Îxwanan a Tunisê bi hîle û xapandinê hewl dide ji tecrîd û dorpêça li ser xwe xilas bibe. Bi rêya axaftina li ser pêwîstiya diyaloga nîştimanî û hewldana veşartina binketina projeya xwe ya tundraw, vê hewldanê dike. Di heman demê de çavdêr diyar dikin ku têkbirina projeya tundrawiyê li herêmê û veguherînên herêmî û navneteweyî asta tengavkirina hêviyên tevgera El-Nehda yên belavbûnê zêde kirin.”

(şx)