Li Qamişloyê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan ku dikeve 4`ê Nîsanê ye, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Li Qamişloyê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin
Li Qamişloyê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin
Li Qamişloyê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin
Li Qamişloyê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin
Li Qamişloyê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin
Li Qamişloyê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin
2 nîsan, 2021   14:51
QAMIŞLO

Şahî li hola Zana ya bajarê Qamişlo û bi beşdariya bi dehan zarok û malbatên şehîdan li dar ket.

Şahî bi axaftina hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvî Seyd dest pê kir. Hêvî Seyd 4`ê Nîsanê li malbat û zarokên şehîdan pîroz kir û got:"Wekî ku şehîdan bi xwîna xwe ji bo me rêya azadiya ronî kir, zarokên wan jî ronahiya pêşerojeke ronîdar e, rêber Ocalan girîng dide zarokên şehîdan û wekî mîrateya şehîdên ku dê rêya azadiyê û aştiyê berdewam bikin, didît."

Dûvre sinevîzyoneke der barê kurtejiyan û hevdîtinên rêber Abdullah Ocalan ên bi hin malbatên şehîdan re û asta girîngiya ku dida wan, hate pêşandan.

Paşê koma Saz û Awaz û Koma Girbawî stranan pêşkêş kir, zarokên şehîdan jî çend stranên şoreşgerî got û beşdaran govend gerand.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî dane zarokan.

(eh)

ANHA