Artêşa Tirk a dagirker Avaşîn, Xakurkê û Metîna bombebaran kirin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker qadên Avaşîn, Xakurkê û Metîna yên Qadên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker Avaşîn, Xakurkê û Metîna bombebaran kirin
2 nîsan, 2021   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand dewleta Tirk a dagirker bi obus, hewan, helîkopter û balafirên şer Qadên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine. HPG'ê di daxuyaniya xwe de got:

“26'ê Adarê qereqolên ser sînor ên dewleta Tirk a dagirker qada Tabûra Ereban û Werxêlê yên herêma Avaşînê bi obus û hewanan bombe kirine.

29'ê Adarê saet 13:00'an qada Qartal a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

29'ê Adarê qada Kolit a herêma Xakurkê êvarkî bi obus û hewanan û piştre bi helîkopteran hatiye bombekirin.

29'ê Adarê saet 20:00'an qada Çemê Lolanê ya herêma Xarkukê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

1'ê Nîsanê saet di navbeyna 16:30 û 16:45'an de Serê Metîna û qada Yekmala ya herêma Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrişên hewayî de tu ziyan nehatiye ser hêzên me.”