Konseya Ewlehiyê dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîqaş bike

Nûnerê Viyetnamê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Konseya Ewlehiyê dê di vê mehê de civînên têkildarî Sûriye, Yemen û çareseriya li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Konseya Ewlehiyê dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîqaş bike
2 nîsan, 2021   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Viyetnamê yê NY’yê Dang Dinh Quy got Konseya Ewlehiyê di 8'ê Nîsanê de dê gelek civînan li dar bixe. Nîqaşên destpêkê wê di 8`ê Nîsanê de der barê paqijkirina mayinan de were pêkanîn.

Her wiha di 22'yê Nîsanê de, dê bi beşdariya nûnerên Îsraîl û Filistînê nîqaşek der barê çareserkirina aloziya Filistîn-Îsraîlê de, pêk were.

Dîplomat got Konseya Ewlehiyê dê di 6'ê Nîsanê de çekên kîmyewî ên Sûriyê û rêkeftina siyasî li Sûriyê û her wiha aloziyên li Yemenê jî gotûbêj bike.

Der barê rewşa Myanmarê de jî Dang Dinh Quy diyar kir ku Konseya Ewlehiyê rewşa Myanmarê bi baldarî dişopîne, her wiha dê di 9'ê Nîsanê de civînek der barê vê mijarê de jî were lidarxistin.

(dx)

ANHA