Rojnameyên erebî: Rûsya dest di aloziya têkildarî gaza rojhilatê Deryaya Spî werdide

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa destwerdana Rûsyayê li şerê li ser gaza Deryaya Spî û piştgiriya Amerîkayê ji hevkarên xwe yên li Rojhilata Navîn re kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya dest di aloziya têkildarî gaza rojhilatê Deryaya Spî werdide
2 nîsan, 2021   07:17
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PARA RÛSYAYÊ DI GAZ ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ DE, LUBNANIYAN BI HÊRS DIKE’

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de behsa destwerdana Rûsyayê li aloziya rojhilatê Deryaya Spî kir û wiha nivîsî: “Rûsya jî ket pêşbirka li ser gaza li rojhilatê Deryaya Spî û ji bo wê yekê peymanên berê yên bi rejîma Sûriyê re bi kar anîn. Li gorî wan peymanan hevkarên rejîmê wekî berdêla destwerdana leşkerî a yekser, dikarin li ava herêmî xebatên lêgerîna li gaz û petrolê bimeşînin.

Ketina Rûsyayê ya ji nişka ve li ser xeta gaz û petrola li rojhilatê Deryaya Spî, hikumeta Tirk kir bin zextê. Her wiha Lubnanê li hemberî wê yekê bertekên bi hêrs nîşan dan, ji ber ku peymana di navbera Şam û Moskovê de destûrê dide xebatên lêgerînê li herêmeke ji bo du welatan bi nakok e.

Dezgehên çapemeniyê yên ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku Şamê peymaneke nû îmze kiriye û li gorî wê 2 şîrketên Rûsyayê dikarin li hemberî beravên Sûriyê li Deryaya Spî xebatên lêgerîna li gaz û petrolê pêk bînin.”

 ‘AMERÎKA: EM GIRÊDAYÎ EWLEHIYA HEVKARÊN XWE NE’

Rojnameya El-Beyan jî behsa piştgiriya Amerîkayê ji hevkarên xwe re kir û got: “DYA duh careke din li ser zimanê alîkarê demkî yê wezîrê karên derve Joey Hood teqez kir ku Wezareta Parastinê (Pentegon) û serok Jeo Biden têkildarî kêmkirina hejmara hêzên xwe li Kendavê an jî vekişandina alavan, tu biryar nedane û got Amerîka hîna pabendî ewlehiya herêmê ye.

Rayedarê Amerîkî ji El-Erebiye re ragihand ku hêzên Amerîkayê dê di demek nêz de ji nû ve bi cih bibin. Joey Hood wiha dewam kir: “Hevalbendiyên me wê bimînin, em dernakevin. Pabendiya me bi ewlehî û îstiqrara hevkarên me li seranserê Rojhilata Navîn nayê guhertin û dê qet neyê guhertin.”

(cx)