​​​​​​​Serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê li Kampa Holê hate girtin

Yekîneyên Antî Teror bi çalakiyeke taybet di hundirê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê de 8 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtin, di nav de serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Gerar jî heye.

​​​​​​​Serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê li Kampa Holê hate girtin
2 nîsan, 2021   05:40
HESEKÊ

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28`ê Adarê de bi armanca paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ`ê dabû destpêkirin, berdewam dike.

Yekîneyên Antî Terorê di çarçoveya operasyonên taybet ku li dar dixin de, duh bi şev 8 çeteyên ku bi eslê xwe iraqî ne li Kampa Holê girtin.

Hate ragihandin ku ev operasyona taybet piştî agahiyên ku ji çeteyên ku beriya çend rojan hatibûn girtin de, pêk hatiye.

Her wiha hate destnîşankirin ku di nava çeteyên girtî de serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê û berpirsê şaneyan li Kampa Holê Qosey Nayif ( Ebû Gerar) jî heye.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê ku bi armanca paqijkirina kampê ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû destpêkirin, bi awayekî encamgir didome.

ANHA