​​​​​​​Çeteyên dagirkeriyê li gundê Meydankê yê Efrînê 380 darên zeytûnê qut kirin

Çeteyên bi navê "Sultan Murad" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 380 darên zeytûnê li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya kantona Efrîna dagirkirî, qut kirin.

​​​​​​​Çeteyên dagirkeriyê li gundê Meydankê yê Efrînê 380 darên zeytûnê qut kirin
1 nîsan, 2021   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên Sultan Murat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên ku li gundê Meydankê yê girêdayî Şera bi cih bûne, 380 darên zeytûnê yên şêniyên gund, qut kirin.

Çavkaniyan piştrast kir ku darên ku hatine qutkirin wiha ye; 180 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Mihemed Ehmed in û ew li Efrînê ye, 200 darên zeytûnê yên Abdulqadir in  ku ji Efrînê koçber bûye.

(fr)

ANHA