Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana kampa Holê kir

Bi armanca şopandina rewşa Operasyona"Mirovî û Ewlehiyê" şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê serdana kampa Holê kir û ji nêz ve makanîzmeya operasyona ewlehiyê dît.

Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana kampa Holê kir
1 nîsan, 2021   18:18
HESEKÊ

Şande ji Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Telat Yunis û Hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat pêk dihat û ji aliyê berdekê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve Elî Hesen, berdekê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd û gelek fermandarên ewlehiyê û berpirsên rêveberiya Kampa Holê hatin pêşwazîkirin.

Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen pêşdeçûnên dawî yên Operasyona"Mirovî û Ewlehiyê", ya ku 28’ê Adarê dest pê kiriye nirxandin, her wiha operasyon gihaşt çi astê, tedbîrên ji bo serkeftina vê operasyonê û zirarên ku bi niştecihên li kampê nebin şîrove kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser da zanîn ku pêwîstî bi girîngiya lêkolîn û sînordarkirina şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê, berdewamkirina operasyonan heta ku armamî û ewlehî misoger bibe heye. Di dawiyê de şandeyê spasiya kar û xebata ku hêzên beşdarî operasyonê bûne, kir.

Piştî hevdîtin bi dawî bû, şande tevî hêzên ewlehiyê li nava kampê geriyan û operasyon şopand.

(eh)

ANHA