Bi boneya 4'ê Nîsanê, li Şehbayê semîner hat dayîn

Îro, Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo ku rastiya rêbertî ya rêber Abdullah Ocalan û bi boneya rojbûna wî, semînerek li navҫeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê da.

Bi boneya 4'ê Nîsanê, li Şehbayê semîner hat dayîn
1 nîsan, 2021   19:32
ŞEHBA

Komîteya Azadiya Rêbertî, bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Ocalan e û azadiya mirovahiyê ye" semînerek li ser rastiya rêbertî û boneya 4’ê Nîsanê bi beşdariya şêniyên Efrînê yên li Til Rifetê, da.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sînevîsyonek der barê jiyana rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan û piştre Komîteya Azadiya Rêbertî a ku ji 11 kesan pêk tê semînerek  da.

Di Semînerê de behsa jiyana rêber Ocalan ji zaroketiya wî de, rola wî di damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku di şert û mercên herî dijwar de yên ku gelê Kurd di pêvajoya dîrokê de pê  re rû bi rû man ava kir û rola rêbertî di rizgariya gelên bindest e hat kirin.

Komîteyê di semînerê de zêdetir li ser naskirina rêber Ocalan, ji dema jidayîkbûna wî ya li gundê Amara yê girêdayî bajarê Ruhayê ya Bakurê Kurdistanê ku di 4'ê Nîsana 1948'an de,

Her wiha komîteyê mijara der barê hewldanên wî yên têkildarî azadiyê, rastiya mirovan, naskirina wî ji tevgerên sosyolojî û destpêkirina pêvajoyên şoreşa Kurdistanê re ji beşdaran re nirxand.

Têkildarî wê, endama rêveber a Kongreya Star a herêmê Efrîn Ferîde Îbo wiha got: ''Armanca vê semînerê ew e ku rastiya rêbertî û rojbûna wî ji şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne bidin nasîn, li gel wê jî tecrîda 22 salan a ku rejîmên cîhanê, di serî de dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Ocalan ferz kiriye, ji şêniyan re bidin nasîn."

Ferîde Îbo destnîşkan kir ku rêxistinên mirovahî yên ku banga mirovahiyê dikin; der barê tecrîda dewleta Tirk li ser rêber Ocalan ferz kiriye de bê deng maye û diyar kir ku ew hewl didin ku rastiyê ji şêniyan re şîrove bikin û civakê nêzî rêber Ocalan  bikin, ji ber hêza wan di civakê de ye.

Ferîde Îbo wiha domand: "Azadiya rêber Ocalan azadiyê tevahî jinan e, azadiya rêber azadiya mirovahiyê ye û li ser vê bingehê jî em dev ji vê rastiyê bernadin û em ê ҫalakiyên xwe heta rizgariya rêber Ocalan bidomînin".

Komîteya Azadiya Rêbertî ji 31'ê meha borî ve dest bi dayîna semîneran li tevahî navҫeyên kantona Şehbayê kiribû û dê heta 4'ê Nîsanê berdewam bike.

(dm)

ANHA