Li kelha Ceiberê pîrozbahiya rojbûna rêber Ocalan

Rêveberiya Jinan a bajarên Tebqa û Reqayê li kelha Ceiber bi boneya rojbûna rêber Abdullah û bi beşdariya bi sedan jian, şahiyek li dar xist.

Li kelha Ceiberê pîrozbahiya rojbûna rêber Ocalan
Li kelha Ceiberê pîrozbahiya rojbûna rêber Ocalan
Li kelha Ceiberê pîrozbahiya rojbûna rêber Ocalan
Li kelha Ceiberê pîrozbahiya rojbûna rêber Ocalan
1 nîsan, 2021   16:07
TEBQA

Ev şahî di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Rêveberiya Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê li dar dixe, pêk hat.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Necah Ehmed bixêrhatina beşdaran kir û rojbûna rêber Ocalan li tevahî beşdaran pîroz kir.

Li aliyekî din jî bi navê Rêveberiya Jinan a Tebqayê Îtîmad Ehmed axivî û wiha got: "Em rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelan bi taybet jinan pîroz dikin û di vê rojê de jidayikbûna rasteqîn a jinên azad dibînin."

Îtîmad Ehmed wiha domand: "Tevahî dizanin ku jinên firatî ji zû de di tevahî cureyên azaran re heta dema DAIŞ’ê derbas bûn. Lê îro bi saya jidayikbûna fîlozof rêber Abdullah Ocalan û fikirê wî yê azad êdî jinên firatî bûne nimîne, ji aliyê parastin û di tevahî sazî û rêveberiyên sivîl û siyasî de."

Îtîmad Ehmed li dawiyê bi navê jinên firatî bang li dewletên cîhanê û rêxistinên hiqûqî kir ku rewşa rêber Ocalan bişopînin û fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku berde."

Piştî axaftin bi dawî bûn, dayik û hevjînên şehîdan kato(kêk) qut kirin. dûvre şahî bi dîlan û stranên folklorîk bi dawî bû.

(fr)

ANHA